Li 2 bajaran 7 hezar kartên belavkirina mazotê
Li du bajarên kantona Dêrazorê ji bo belavkirina mazota zivistanî, 7 hezar kart hatine aktîfkirin.
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 15’ê Gulanê dest bi belavkirina mazotê zivistanî ya ji bo germkirinê kiriye. Rêveberiyê ji bo her malbatekê 300 lître bi buhayê 7 sentan ji bo her lîtreyekê diyar kiriye.
Mazot bi rêya kartên malbatê ku malbatan par wergirtine û ji aliyê Gerînendeya Sotemeniyê ve tên aktîfkirin, tê belavkirin.
Li gorî komîteyên belavkirinê, li bajarn Furat û Sûsê yên kantona Dêrazorê heta niha 7 hezar kartên elektronîk ên ji bo belavkirina mazota germkirinê li malbatan hatin aktîfkirin.
(bb)
ANHA