HBDH’ê li dijî qeyûma li 3 bajaran çalakî lidar xistin

Milîsên Mehmet Ayvalitaş ên HBDH’ê ragihand ku wan li dijî desteserkirina şaredariya bajarê Colemêrgêya li bakûrê Kurdstanê, li 3 bajaran çalakî lidar xistin. Li Îzmîrê bi bombeyan êrîşî tûgaya topavêj hate kirin.

HBDH’ê li dijî qeyûma li 3 bajaran çalakî lidar xistin
10 hezîran 2024   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Milîsên Mehmet Ayvalitaş ên HBDH’ê di daxuyaniyek xwe de diyar kir û got: “Li dijî qeyûma dewleta Tirk a faşîst-mêtinger a li Kurdistanê, di demên cuda de li 3 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Em hesab pirsîna ji faşîzmê didomînin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “-7’ê hezîranê di derdora saet 23.00’an de bi bombeyên dest û bi EYP’ê li dijî Fermandariya Tûgaya Topavêj a 57’emîn, çalakî hate lidarxistin. Beşekî baregeha leşkerî zirareke mezin dît û yekîneyên HBDH’ê bi rengekî saxlem vekişîn qadên xwe.

- 5’ê Hezîranê di derdora saet 18.00’an de l kel û pelên li tesîsa jinûve hilberandinê ya ayîdê şaredariya li Kîrazpinar a navçeya Gebze ya Kocaeliyê, bi rêbaza sabotajê hate şewitandin. Di şewatê de tesîs û beşa kel û pelan bi temamî bû xwelî. Yekîneyên HBDH’ê bi ewle vekişiyan qadên xwe.

- 29’ê Gulanê di derdora saet 10.00’an de li semta Osmangazî Geçît a Bûrsayê depoya kel û pelên înşaeteke ayîdê faşîstan, hate şewitandin. Depo bi temamî bû xwelî.

Di encama çalakiyên hişyarî û tolhildanê yên li dijî xespa îradeyê hatin lidarxistin de, rejîma faşîst û hevkarên wê car din bi milyonan lîre zirar kirin û li cihên ku herî zêde xwe lê bi ewle hîs dikin, bûn hedefa milîsên me.”