Li Cerablusê 3 çete hatin kuştin
Li bajarê Cerablusê yê dagirkirî 3 çete ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku li bajarê Cerablusê komeke çekdar ku nehat zanîn girêdayê kî ye, çeteyên "Firqeya 9’an " a girêdayî dewleta Tirk a dagirker gulebaran kir. Li gorî çavkaniyan, di gulebaranê de 3 çete hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Merîn ê bajar Ezazê yê bakurê Helebê di navbera qebîleya Hidêdîn û eşîra El Heyb de şer derket. SOHR da zanîn ku di şerê çekên sivik û navîn hatin bikaranîn de 3 kes birîndar bûne.
(bb)
ANHA