Li 14 navendên bakurê Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin tê pîroz kirin

Bi sed hezaran Kurdistanî li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Cejna Newrozê pîroz dikin.

Li 14 navendên bakurê Kurdistanê Newroz bi coşeke mezin tê pîroz kirin
20 adar, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Newrozê li 14 navendên bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. 

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan dê tev li pîrozbahiyan bibin.

Bi sed hezaran Kurd û Kurdistanî Îro li bajarê Êlih Sêrt, Riha, Dêrsim, Qers, Semsûr, Erdexan, Mêrdîn û navçeyên Basîd, Cizîr, Gever, Tatos, Kerboran û Milazgîrê bi coşeke mezin Newrozê pîroz dikin.

Bi sed hezaran kes ji qadan daxwazên xwe yên azadiya fizîkî yên Rêber Abdullah Ocalan tînin ziman. Pîrozbahiya Newrozê li 14 navendan bi govend, stran û axaftinan berdewam dike.