Li Xertûmê şerekî giran rû dide

Li gelek herêmên Sûdanê şerekî giran di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de rû dide.

Li Xertûmê şerekî giran rû dide
20 adar, 2025   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Sûdan, Xetrûmê şerekî giran di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û Artêşa Sûdanê de rû da.  Li gorî hin nûçeyan, Koşka serokatiyê jî ya di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de jî di nav de şer li gelek deverên stratejîk qewimiye.

Medyayên ser bi Artêşa Sûdanê ve ragihand ku artêş nêzî kontrokirina Koşka Serokatiyê bûye. Lê Hêzên Piştevaniya Lezgîn îdia kir ku ew hîna di koşkê de ye.

Ji roja şemiyê ve, li gelek herêmên Xertûmê şerên giran rû dide. Giraniya şer li derdora herêmên bakurê rojavayê Xertûmê ne ku nêzî du kîlometreyan dûrî koşê ye.

Di şer de her du aliyan çekên giran bi kar anîn û qadên niştecihan hatin hedefkirin.

Li gorî medyayên xwecih, li bajarê Fola (Paytexta Kerdefanê) pêleke mezin a koçberiyê çêbûye. Ji ber nebûna desteka mirovî jî koçber di rewşeke mirovî ya zehmet de ne.

(bb)