Li Bendava Tişrînê ji bo rêgirtina li ber karasetan tedbîr hatine girtin

Tîmên teknîkî ji bo parastina Bendava Tirşînê ji hilweşînê pompeyên binavbûyî ji bo rakirina ava komkirî saz kiriye. Her wiha hin alav ji nû ve da xebitandin, ji bo ceyranê jî pompeyek xebitandiye.

20 adar, 2025   11:51
BENDAVA TIŞRÎN
DÎCLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Çileya 2024’an ve êrişên dagirkirinê li ser Bendava Tişrînê zêdetir kirine. Di encama êrişan de zerarên mezin li bendavê bûne, ceyran qut bû, asta avê li beşên jêrîn bilind bûye ku gihaştiyeke astên xeternak.  Êriş xetereyên mezin li bendavê çêdikin û dibe ku karasetên mirovî û jîngehî yên mezin bi xwe re bînin.

Bendava Tişrînê di navbera salên 1991-1999’an de hat avakirin. Piştî Bendava Firatê, Bendava Tişrînê, di warê enerjî û berhemanînê de duyemîn mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Gola bendavê bi qasî 1,9 milyar metrekab av depo dike. Nêzî 5 mîlyon kes sûdê jê digirin, her wiha 200 hezar hektar zeviyên çandiniyê av dide.

ZERARÊN TEKNÎKÎ Û JÎNGEHÎ

Ji ber êrîşên li ser bendava Tişrînê her şeş turbînên wê yên ku karîn 642 megawat kehrebeyê hilbirîne betal bûn û di encamê de ceyran qut bû.

 Rawestandina pompên avê jî bûye sedema ku  amêrên elektrîkê û koorîdorên hundirîn bi nav bûn. Ev jî bû sedema ku ku sererastkirina wan di dema heyî de ne mumkin be. Hezên ji ber bombebaran û topbarana zêde jî bû sedema ku zextên zêdetir li ser laşê bendavê çêbin. BANDORÊN LI SER NIŞTECIHAN

 Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê de ceyran li ser zêdetirî 400 hezar kesî li bajarên Kobanê, Minbic û Sirînê qut bû. Ji ber nebûna çavkaniyên alternatîf rewşa mirovî girantir dike.

Ji aliyê jîngehê ve,  ji ber têkçûna pompê rawestandina bendavê bû sedema bilindbûna asta ava golê ji. Ev jî metirsiya hilweşîna bendavê û lehiyê li gund û bajarên li ser çemê Firatê jî zêde dikin.

Tevî zerarên giran jî ekîbên teknîkî 24 saetan dixebitin. Di vê çarçoveyê de tedbîrên lezgîn hatine girtin, ji wan sazkirina pompên binavbûyî da ku ava komkirî bikişîne. Her wiha hin amûran ji nû ve hatin xebitandinn, deriyên berdana ava zêde hatin vekirin da ku li ber hilweşînê bê girtin. Ji bo hilbirandina ceyranê jî turbine hatiye danîn.

Desteya Enerjiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tîmên teknîkî yên bendavê bang li civata navneteweyî û desthilata Şamê kir ku êrişên li ser bendavê rawestînin û xebatkarên bendavê biparêzin. Rêveberiya Bendavê jî diyar kir ku berdewama êrişan dê karasetên mirovî û jingehî bi xwe re bîne.

Kamereya ajansa me zerarên mezin ên ji ber êrişan li bendavê bûne şopandin.

(bb)