Li 12 navendan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin

Bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” pîrozbahiyên Newrozê yên îsal li 12 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê tên lidarxistin.

Li 12 navendan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin
18 adar, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê amadekariyên Newroza 2025’an ku îsal bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan garantiya Sûriyeya demokratîk e” bi berfirehî didomin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê ddê li 12 meydanan pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.

CIHÊN PÎROZBAHIYÊ YÊN KANTONA CIZÎRÊ

Hesekê: Qada Newrozê ya li Bendava Rojava

Qamişlo: Qada Newrozê ya li gundê Hîmo

Dêrik: Qada Şehîd Çîçek

Tirbespiyê: Qada Dirêçîk

Girkê Legê: Gundê Helîq. Şêniyên Çilaxa, Girkê Legê û Rimêlan beşdar dibin.

Amûdê: Gundê Çaxir Bazar

Dirbêsiyê: Gundê Çolbistan.

KANTONA FIRATÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ji ber komkujiya ku di 16’ê Adarê de ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li gundewarên Kobanê pêk hat û di encamê de 9 kes şehîd bûn, piraniya pîrozbahiyên Newrozê betal kirin.

Li bajarê Eyn Îsa 19’ê Adarê.

21’ê Adarê li Girkê Meştenûr ê Kobanê.

KANTONA REQA

Cejna Newrozê bi beşdariya hemû pêkhateyên kantonê di 21’ê Adarê de li bajarê Reqayê li stadyuma şaredariyê tê lidarxistin.

KANTONA TEBQAYÊ

Li kantona Tebqayê, pîrozbahiya Newrozê li stadyuma li navenda bajarê Tebqayê di 21’ê Adarê de tê lidarxistin.

HELEB

Di 21’ê Adarê de li Helebê, li Qada Newrozê ya li herêma Şeqîf a taxa Şêxmeqsûd şahiyek tê lidarxistin.

Komîteyên amadekar ên pîrozbahiyên Newrozê bang li şêniyan kir ku bi coş beşdarî pîrozbahiyan bibin.

ANHA