Zozan Elûş: Pêdiviya Sûriyeyê bi çareserkirina pirsgirêkên berê ye

Zozan Elûş diyar kir ku ji bo aştî li Sûriyeyê pêk were divê şopên rejîma berê ji holê werin rakirin û çanda hevqebûlkirinê di navbera sûriyeyiyan de were avakirin, di heman demê de destûreke nû were nivîsandin ku mafên her kesî mîsoger bike.

Zozan Elûş: Pêdiviya Sûriyeyê bi çareserkirina pirsgirêkên berê ye
1 gulan, 2026   03:30
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Tevî ku zêdetirî salekê di ser rûxandina rejîma Baasê re derbas bû, lê aloziya Sûriyeyê hîna bi dawî nebûye û çareseriyên ku aştiyeke mayînde pêk bîne, tune ne. Têkildarî mijarê Zozan Elûş ji ajansa me re axivî.

Zozan Elûş di Saziya DeFacto ya Diyalog û Navbeynkariyê de, Meclisa Şêwirmendiyê ya Jinan a Ofîsa Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê, her wiha di Însiyatîfa Euro-Mediterrane ya Navbeynkariyê ji bo Jinan de kar kiriye.

Zozan Elûş anî ziman ku bidestxistina aştiyeke mayînde li Sûriyeyê mijareke sereke ye ku gelek dosya û pirsgirêk tê de digihêjin hev û got, ji bo aştiyeke mayînde li Sûriyeyê pêk were pêdivî bi avêtina gavan û got, ji gavên herî girîng ew e ku mîrateya berê ya rejîma Baasê rast were fêmkirin, ev mîrate û bandorên 13 salên aloziya Sûriyeyê ji holê werin rakirin û edaleat veguhêz mîna ezmûna Swîsreyê pêk were.

Zozan Elûş bal kişand ser cudahiya edaleta veguhêz a li gorî nêrîna giştî û edaleta veguhêz a li gorî ezmûna Swîsreyê û wiha axivî: “Edaleta veguhêz li gorî nêrîna giştî bi awayekî daîmî xwe dispêre darizandinan bêyî ku pirsgirêkên bingehîn ên krîzên berê çareser bike, lê gorî ezmûna Swîsreyê, komkujiyên ku di seranserê dîrokê de li Afrîka û welatên din hatine kirin, çareser dike. Bi vî rengî rê li ber dubarebûna şaştiyên berê tên girtin, edaleta civakî, mafên naskirina aqubeta qurbaniyên wekî windahî û kesên bi darê zorê hatine windakirin, tên dayîn.”

Zozan Elûş îşaret pê kir ku li gel çareserkirina pirsgirêkên berê divê, siyaseteke adilane pêk were û beşdariya jin û ciwanan werin mîsogerkirin.

Zozan Elûş da zanîn ku astengiya herî girîng a ku rê li ber pêvajoya aştiyê li Sûriyeyê digire, zihniyeta dûrxistin û hevdu neqebûlkirin e ku piştî hilweşîna rejîma Esed belav bûye û got, sûriyeyî hîn jî bi vê zihniyeta dûrxistinê ve girêdayî ne, ku xwe wekî yekane kesê rast dibîne û dixwaze rastiyê yekdest bike.

Zozan Elûş diyar kir ku heta roja îro tu baweriyek mutleq tune ye ku Sûriye hewceyî dewleteke bi serweriya hiqûqê ye ku divê qanûn ji bo her kesî bêyî ku paşxaneya wan an ola wan çi be derbasdar be.

Zozan Elûş di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku Kurdan xwest ew kesê ala Sûriyeyê di Newrozê de li Kobanê daxistibû were muhasebekirin, lê beşeke mezin a Ereban ji bo ew kesên ku di Newrozê de li Efrînê êrişî Kurdan kiriye hesab bibin, dengê xwe nekirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelo qanûn li ku derê ye? Ma ne divê her du alî bi awayekî wekhev werin darizandin. Ev mînaka girîngiya dewleta qanûnê ye."

Zozan Elûş bal kişand ser girîngiya diyaloga di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û anî ziman ku pêşxistina zimanê diyalogan dikare dawî li şer û aloziyan bîne.

Zozanê her wiha îşaret pê kir ku piştî 14 salan ew bi rûxandina rejîma Baasê re vegeriyan nuqteya sifirê ya diyalogan û got, li Dêrazor, Reqa û Hesekê diyalog di navbera Kurd û Ereban de hebûn, lê piştî êrişên dawîn ên li ser herêmê ew vegeriyan nuqteya sifirê. Zozanê got: "Pêdiviya me bi diyalogeke nû û cuda heye."

Zozan diyar kir ku divê sûriyeyî bi rêya lihevhatina hevbeş û menfîetên hevbeş û aqilekê aborî ya li ser bingeha rêzgirtina hevbeş bibin yek, divê destûrek were nivîsandin ku mafên hemû civakên Sûriyeyî garantî dike. Zozanê destnîşan kir ku her welatek dikare destûrek hêja binivîse, lê pirsgirêk di bicîhanîna wê de ye, Sûriyeyê jî xwedî amûrên pêwîst û têrker ên ji bo bicihanîna destûrê nîn e.

Zozan Elûş da zanîn ku bicihanîna pratîk ji hebûna destûrekê bi xwe girîngtir e û got: "Pirsgirêk ne hebûna destûrekê bi xwe ye, nemaze li gel reşnivîsa ku di qonaxa veguhêz de hate pêşniyarkirin, lê belê ya girîngtir hêza hikumeta demkî ye ku karibe reşnivîsê biguhere, hesasiyet û rastiyan çareser bike û li ber çavan bigire.”

(bb)

ANHA