Lêkolîner Îbrahîm: Modela Rêveberiya Xweser misogeriya mafên tevahî sûriyeyiyan e

Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku modela rêveberî, siyasî û leşkerî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînaka jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de ye. Îbrahîm destnîşan kir ku dibe ku ev model, çareserî be û rê li pêşiya şerê navxweyî bigire.

Lêkolîner Îbrahîm: Modela Rêveberiya Xweser misogeriya mafên tevahî sûriyeyiyan e
23 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN-BOTAN EREB

Lêkolînerê Navenda Lêkolînan a Firatê Lezgîn Îbrahîm têkildarî modela rêveberî, siyasî û leşkerî ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivî. 

Îbrahîm diyar kir ku bi ketina rejîma Baasê re Sûriye derbasî  pêvajoyeke nû bû û ev nirxandin kir "Ketina rejîma Beşar El Esed gelek guhertin di qada Sûriyeyê de li ser asta xwecih, herêmî û navneteweyî çêkir. Ev guhertin dê rewşeke nû li Sûriyeyê biafrîne. Her kes hêvî dike ku piştî ketina rejîmê, ev guhertin rewşê baştir bike."

Îbrahîm destnîşan kir ku divê li Sûriyeyê pergaleke nû bê avakirin ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bihewîne û wiha pê de çû "Divê her kes di nava aramî û lihevkirinê de bijîn. Lê piştî komên ku wekî tundrew tên zanîn, Şamê kontrol kirin metirsiyên cidî derketin holê. Kêmneteweyên li Sûriyeyê mîna Kurd, Elewî, Durzî, Suryan û Asûr êdî li ser siberoja xwe di Sûriyeya nû de bi fikar in. Fikarên wan li ser teşeya rêveberiya siberojê hene, gelo dê rola wan di hikumeta nû de çawa be."

RÊVEBERIYA XWESER DIKARE LI SÛRIYEYA SIBEROJÊ PÊK WERE

Îbrahîm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser modela Rêveberiya Xweser a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Modela Rêveberiya Xweser ji bo siberoja Sûriyeyê çareseriya herî guncewe . Ev modela dikare bibe çareseriya siyasî û rêveberî ji tevahî sûriyeyiyan re û li pêşiya şerê navxweyî jî digire."

Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve, tevahî beşên civakê girt nava xwe û ti pêkhate dûr nexist, berovajî wê, Kurd, Ereb, Suryan û Asûr herêmên xwe bi rêve birin.

Îbrahîm wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser îsbat kir ku dikare pêkhateyên civakî û olî tev da hemêz bike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ciwanên hemû pêkhateyan ava bûye. Ev hêz, herêm di aliyê leşkerî û siyasî de, ji komên terorîst û gefên din, ewlehiya navxweyî parast. Bi saya Rêveberiya Xweser aramî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serwer bû." 

ˈMODELA RÊVEBERIYA XWESER JI HER KESÎ RE ÇARESERÎ YEˈ

Îbrahîm got heke modela Rêveberiya Xweser anjî modeleke din dişibe wê mîna federasyonê yan jî federasyona erdnîgarî, pêkhateyên Sûriyeyê dê cihê xwe tê de bigirin û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve, modela hevbeşiya rastîn bû. Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Ermen bi awayekî serbixwe û li gorî berjeweniyên xwe yên taybet cihê xwe di rêveberiya herêmên xwe de girtin. Lewma ev modela dikare li Sûriyeyê bibe bingeha çareseriya giştî. Her kes dikare herêmên xwe, çi li beravê yan jî naverasta Sûriyeyê yan jî li başûr yan jî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi xwe bi rêve bibin."

ˈDIVE ARTÊŞEKE GIŞTÎ BÊ AVAKIRINˈ

Li gorî, Îbrahîm divê artêşeke nîştimanî ku ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê pêk were bê avakirin. Lezgîn Îbrahîm anî ziman ku heke leşkertiya neçarî li Sûriyeyê betal bibe, divê li şûna wê artêşeke wisa bê avakirin ku baweriya gelê Sûriyeyê pê hebe.

Îbrahîm bi domdarî got: "Heke artêşeke navendî li Şamê di bin kontrola komên îslamî yên tundraw de bê avakirin, ez di wê baweriyê de me ku Kurd an jî Elewî yan jî Durzî yan jî pêkhateyên din tevlê nabin. Wê ev artêş îdeolojî be. Tenê ji beşeke gel be û dê nikaribe aramiyê li welêt biparêze."

Îbrahîm îşaret bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî kir  û nirxandinên xwe wiha domand: "Modela QSD`ê dikare bibe modela artêşa Sûriyeyê. Tevlêbûn di QSD`ê de dilxwazî ne mecbûrî ye. Tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê cihê xwe di nava QSDˈê de digirin, her kes dikare bi rêya wê xwe biparêzin."

Îbrahîm diyar kir ku divê artêşa Sûriyeyê ne navendî be, divê bi rêya meclisên leşkerî yên her herêmeke bê avakirin, divê her kes tev li parastina welêt bibe, divê ev meclis ku cihê baweriya gel be girêdayî hikumeta navendî ya li Şamê be.

ˈASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA ÇARESERIYÊ DESTWERDANÊN HERÊMÊ YEˈ

Lêkolîner Îbrahîm destwerdanên herêmî di aloziya Sûriyeyê de wekî astengiya herî mezin li pêşiya çareseriyê nirxand û got: "Destwerdanên derve mîna dewleta Tirk a dagirke nahêlin aramî li Sûriyeyê çêbibin. Tirkiye dixwaze Sûriyekontrol bike û bi rêya komên çekdar modela xwe li Sûriyeyê ferz bike û modelên din ên bi beşdariya tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê jî red dike."

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker astengiya herî mezin a li pêşiya avakirina aştiyeke mayende li Sûriyeyê ye û got,  eger rêz li mafên pêkhateyên Sûriyeyê neyê girtî û beşdarî rêveberiya welat neyên kirin wê aramî li Sûriyeyê çênebe.

Lêkolîner Lezgîn Îbrahîm di dawiyê de got: "Modela Rêveberiya Xweser û QSD`ê, ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê, çareserî ne. Gelê Sûriyeyê dikarin bi xwe zehmetiyên herêmî û navneteweyî derbas bikin û tifaqa navxweyî pêş bixin. Wê demê dê li Sûriyeyê aştî û aramî pêk were û dê bibe mînaka jiyana hevbeş."

(şx/bb)

ANHA