Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriyê didin malbatên ji Şehbayê koçber bûne

Endamên Meclisa Şehîd Gulê Selmo li gorî derfetên heyî pêdiviyên malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehba koçber bûne, peyda dikin. Her wiha serdana malbatên koçber dikin û rewşa wan dişopînin.

23 kanûn, 2024   05:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Meclisa Şehîd Gulê Selmo ya li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ji bo peydakirina pêdiviyên hin malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê koçber bûne, bang li şêniyên taxê kir ku li gorî derfetên xwe alîkariyan bikin.

Endamên jin ên meclisê serdana malbatên koçber dikin, rewşa wan dişopînin da ku pêdiviyên wan nasbikin û li gorî derfetên xwe pêdiviyên wan bi cih bînin. Di serdanan de hat diyarkirin ku pêdiviya malbatan alavên germkirinê heye.

Ji bo alîkariya van malbatan, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyên ji destên wan dihat kom kirin û bi rêya Meclisa Şehîd Gulê Selmo li wan belav kirin.

Endamên Meclisa Şehîd Gulê Selmo xebatên xwe bi malbatên koçber re didomînin, bang li wan dikin ku werin navenda meclisê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û li gorî hijmara endamên malbatê betaniyan li wan belav dikin.

Endama meclisê Newal Mihemed der barê xebatên meclisê de got: “Em jin hewl didin ku destê alîkariyê dirêjî koçberên kantona Efrînê û Şehbayê bikin û di rewşa wan a dijwar de em li kêleka wan in, tişta em didin wan pir hindik e, lê ew ji destê me tê. "

Newal Mihemed her wiha got: "Ji dema hatina wan malbatan ve em dest ji seredana wan bernadin û em rojane serdana wan dikin û heta ku ji destê me tê barê wan sivik dikin. Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bersiva banga me dan û alîkariya me kirin. "

 (k)

ANHA