Lehî rabû, sedemên cuda derketin, Şaredariyê muxalefe kir

Li taxa Cimayê ya Qamişloyê ji ber lehiyê av derbasî malan bû, şêniyên taxê diyar kir ku kompanyaya ku di herema çemê ya li taxê de hatiye avakirin bûye sedem ku rê li ber herikîna çem bê girtin. Xwediyê kompanyayê dibêje sedema kombûna zêde ya avê, Tirkiyeyê av zêde berdaye.

Lehî rabû, sedemên cuda derketin, Şaredariyê muxalefe kir
Lehî rabû, sedemên cuda derketin, Şaredariyê muxalefe kir
Lehî rabû, sedemên cuda derketin, Şaredariyê muxalefe kir
Lehî rabû, sedemên cuda derketin, Şaredariyê muxalefe kir
18 adar, 2026   09:57
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Ji ber barîna baranê ya dijwar ku ev çend roj e li bajarên Cizîrê dibare, ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve jî ava bendavên ku dewleta Tirk ava kirine jî hate berdan, ji 15`ê Adarê heta vê heta 17ˊê adarê li hin bajarên ku çem lê hene lehî radibe, zirarên madî û canî tên dîtin. 

Yek ji taxên ku zirar di 15`ê Adarê de lê çêbû, taxa Cimayê ya bajarê Qamişlo ye. Li taxê çemek heye, ew salê carekê heta bi çend salan carekê av lê tê dîtin, lê ji ber barana zêde, av derbasî çend xaniyên malbatên li derdora çemê bû.

Çemê ku behsa wê tê kirin, jê re dibêjin Çemê Mêrgê. Ava 3 kaniyên ku ji gundê Letîfiyê û Sêgirka, çemê biçûk ê bi navê Hecî Hemze derbasî nava wê dibe.

ŞÊNIYÊN TAXÊ: XETERÎ HEYE, DIVÊ RÊYA ÇEMÊ BÊ VEKIRIN

Xelkê taxê nêrîna xwe bi ajanse me re parve kir û diyar kir ku sedema sereke ya li pey bilindbûna ava çemê avakirina kompanyayekê li ser xeta çemê ye.

Yûsif Îsa da zanîn ku berê pireke mezin li heman cihê ku niha çem tê de dihereke, hebû. Çi qasî av bilind dibû jî ne her carê av bi ser pirê diket û wiha dom kir: “Beriya çend salan avahî li ser hatiye avakirin, heke rêya çem neyê vekirin, wê malên derdorê ku ew jî bi awayeke bêserûber hatine avakirin di ber avê re herin.”

Hesen Ebdo Mihemed jî diyar kir ku dema berê jî lehî radibû hemû malên li Cimayê zirar didîtin, niha jî ew kompanyaya ku li ser çem hatiye avakirin, bûye mîna bendavekê, dihêle berê avê biçe nava malên xelkê û ev tişt jî got: “Ew çem hatiye girtin, ew boriya ku xwediyê şîrketê daniye avê nameşîne.”

Mistefa Ebdê ji Şaredariya Gel a Bajarê Qamişloyê ev daxwaz kir: “Zirar li xelkê dibe, em bi hêvî ne rêya çem baş were vekirin.”

XWEDIYÊ KOMPANYAYÊ: SEDEM NE AVAHIYA MIN E

Xwediyê kompanyaya ku ew avahiya xwe di herema (derdor û li ser çem) çemê de ava kiriye dibêje wî 2013`an erd kiriye, wî erêkirina avakirinê ji şaredariyê û komîteya herêmî ya Hesekê (girêdayî rejîmê bû) girtiye.

Xwediyê kompanyayê Xezwan Mêrza dibêje, beriya ku ew li ser çemê ava bike û boriyeke mezin ji bo meşandina çem deyne, sala 2019`an jî ev lehî rabû û derbasî malan bû. Xwediyê kompanyayê Xezwan Mêrza di 2019`an de derdora 20 mîtreyan ser çem ava kiriye û ji bo ku av di bin avahiyê re bimeşe, boriyeke 200 înc daniye.

Xezwan Mêrza got: “Dema barîna baranê de çemê me normal dimeşiya, sedema bilindbûna asta ava çem vedigere ku dewleta Tirk ava bendavê berdaye. Malên ku av derbasî wan bûne, xaniyên xwe li ser çem avakirine û ti tedbîrên xwe negirtine.”

Xezwan Mêrza der barê avahiya ku ew ava kiriye de axivî: “Di esas de ev ne cihê çem ê sereke ye, rêya çem a sereke 183.8 metreyan ji erdê min dûr e; berê xwediyê erdê li kêlek min rêya çem aniye bi aliyê erdê min de.”

ŞAREDARIYA QAMIŞLO: AVAHÎ MUXALIF E

Rêveberiya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo der barê mijara avakirina kompanyayê û dîtinên gel de ev agahî dane ANHA`yê.

Şaredariyê diyar kir ku li gorî plana ku ji bo Cimayê hatiye danîn, cihê çem ev ji 50-60 salan cihê heyî ye. Wan rûxseta avakirina ser çem nedaye xwediyê komanyayê. Wê demê xwediyê wê tenê xwestibû dîwarê çem ê di nava erdê xwe de sererast bike, şaredariyê tenê rê dabû ku ew dîwar were sererastkirin.

Avakirina giştî ya komanyayê ji ber ku ser rûbereke şînahî ye, ne di cihê xwe de ye û wan xwediyê wê agahdar kiriye ku komanyaya xwe xerab bike.

Şaredariyê da zanîn ku di sala 2010-2014`an ji ber valabûna ku li herêmê hate jiyîn, ji bilî vê kompanyayê gelek avahî û xanî li ser rûberên şînahiyê, li derdor û li ser çem hatine avakirin.

Rêveberiya Şaredariyê destnîşan kir ku derfetên heyî yên di dest şaredariyê de têrê nakin ku hemû avahî û xaniyên ji nexşeya erdîngariyê re muxalif in rabike, rêyên rastî li gorî planê vebike û li şûna wê jî buhayê her avahiyekê bide xwediyê wê.

Şaredariyê diyar kir ku nexşeya ku ji bo taxa Cimayê hatiye çêkirin, rejîmê tenê di çarçoveya rêxistinî û li ser kaxezê de hiştibû. Dema ku bajar fireh bû, rejîmê taybetmendiyên taxên Cimayê, Cûdî (Qenat Siwês), Hilêliyê, Hilko û Qesrika Xeya ku rejîmê navê Um El Firsan lê kiriye, ku ew jî taxên Kurdan e, paşguh kiriye. Lewma niha ji ber meseleyên xizmetguzariyê şêniyên wan taxan di gelek rewşan de zehmetiyê dikişînin.

(fr)

ANHA