Hêzên Ewlekariyê bi boneyan cejnan tedbîrên ewlehiyê wergirtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê bi boneya Cejna Remezanê û Newrozê, ji bo parastina ewlehiyê çand tedbîr girtin.

Hêzên Ewlekariyê bi boneyan cejnan tedbîrên ewlehiyê wergirtin
18 adar, 2026   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejnan Remezanê û Newrozê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê, der barê tedbîrên ewlehiyê de daxuyaniyek weşand.

Hêzên Ewlekarya Hundirîn di daxuyaniyê de cejnên Remezanê û Newrozê pîroz kir û der barê ewleiya herêmê û şêniyan de çend tedbîr girtin:

‏Qedexe ye ku kamyon ji saet 18:00`ê roja Pêncşemê 19`ê Adara 2026`an, heta saet 18:00`ê roja Duşemê 23`ê Adara 2026`an, têkevin nav bajar û bajarokan.‏

‏Tevgera tenkerên petrolê ji saet 17:00`ê roja Pêncşemê, 19`ê Adara 2026`an heta saet 18:00`ê roja Duşemê 23`ê Adara 2026`an qedexe ye.

‏Çûn û hatina hemû cureyên kotosîkl, tevî yên leşkerî  ji saet 18`ê roja Çarşemê 18`ê Adara 2026`an heta saet 6:00 roja Sêşemê 24`ê Adara 2026`an qedexe ye.

‏ ‏Ji derveyî zagon û rêziknameyan teqandina guleyan û lîstikên teqmeniyê qedexe ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku van biryaran bicîh bînin.