Îranê kuştina Alî Larîcanî piştrast kir

Medyaya Îranê ragihand ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî hatiye kuştin.

Îranê kuştina Alî Larîcanî piştrast kir
18 adar, 2026   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Îsraîlê duh ragihand ku Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî hatiye kuştin. Konseya Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê bi daxuyaniyekê kuştina Alî Larîcanî piştrast kir. 

 Der barê mijarê de Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ku nêzî Supayê Pasdaran a Îranê ye û ofîsa Alî Larîcanî daxuyanî dan. Her du aliyan jî ragihandin ku Elî Larîcanî di êrişa Îsraîlê de hatiye kuştin.

 Li ser hesabê X’ê ya Alî Larîcanî jî peyamek hate parvekirin û kuştina wî hate piştrastkirin.