Lêçûna êrişên DYA`yê yên li dijî Îranê 11 milyar dolar derbas kir

Li gorî daneyên dawîn lêçûna 4 rojên pêşîn ên êrişên DYA’yê yên li dijî Îranê gihaştiye 11 milyar dolarî.

Lêçûna êrişên DYA`yê yên li dijî Îranê 11 milyar dolar derbas kir
6 adar, 2026   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî analîzek ku ji hêla Ellen McCusker a berpirsa berê ya budçeya Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) lêçûna 4 rojên pêşîn ên operasyonên leşkerî yên DYA`yê yên li dijî Îranê, gihaştiye 11 milyar dolarî.

The Wall Street Journal da zanîn ku ev lêçûn, şandina zêdetirî 12 keştiyên şer û nêzîkî 100 balafiran ji baregehên DYA`yê ji dawiya Kanûnê ve, digire nava xwe.

Li gorî raporan Pentagonê ji bo pêşîgirtina mûşekên balîstîk û dronên Îranê, mûşekên astengker ku buhayê wan 5.7 milyar dolar e bi kar anîne, her wiha nêzîkî 3.4 milyar dolar di dema operasyonan de ji bo bombe û cureyên cuda yên mûşekan hatiye xerckirin.

Ev hejmar lêçûnên mûçe, perwerde û lêçûnên din ên leşkerî yên DYA`ê yên li herêmê nagirin nava xwe. Ev jî tê vê wateyê ku lêçûna giştî ya şer zêdetir e.

(k)