Li deverên cuda yên Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin

Di 24 saetên dawîn de di encama pevçûn, êrişên çekdarî û teqîna mayînan de Ii deverên cuda yên Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin.

Li deverên cuda yên Sûriyeyê 5 kes hatin kuştin
6 adar, 2026   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bûyerên tevlihevî, teqîna mayînan, êrişên çekdarî û dizî û revandinê rû dan. Di encama van bûyeran de kuştî û birîndar çêbûne. 

Li gorî agahiyên berdest; li taxa Sebahiya ya bajarê Reqayê di navbera komeke çekdar û hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 4 kes hatin destgîrkirin.

4 karmendên rêxistina navneteweyî ya Blumont dema mûçe dibirin kampa Til Semin a Reqayê, li dijî wan êrişa hat kirin, pere û alavên elektronîk ên li gel wan jî hatin desteserkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, hejmareke welatiyên Kurd dema ji Hesekê ber bi Efrînê ve bi rê ketin, li ser benda kontrolê ya Tebqayê hatin destgîrkirin û gotinên xirab ji wan re hatin kirin.

Li nêzî meydana Ebasiyîn a Şamê ciwanek hat revandin û telefon û belgeyên wî yên kesayetî hatin desteserkirin. Piştre hat kuştin û cenazeyê wî li devera Muedemiyê hiştin.

Li taxa Neyrebê ya Helebê jî di encama pevçûnekê de 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li bejahiya Teyib El Fal a Dêrazorê komên çekdar bi armanca kontrolkirina bîrên petrolê bi hev ketin.

Bi dronekê êrişî baregeha Amerîkayê ya li Xirab Cîr hat kirin. Dron ji aliyê pergala parastina hewayî ve hat xistin. Windahiyên mirovî çênebûn.

Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi 2 dronan bajarokê Mecdel ê Siwêdayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de kesek bi sivikî birîndar bû. Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê jî dronek xist.

Li bejahiya Tedmurê ya rojhilatê Humsê ji ber teqîna mayînekê şivanekî ji herêma Tariq Şair jiyana xwe ji dest da û pezê wî telef bû. Li gundê Hiwês ê girêdayî Cebel El Belas ê navçeya Eqrebiyat a li rojhilatê Hemayê jî şêniyek ji ber teqîna mayînekê birîndar bû.

Li gundê Xirbe Ebûd ê Eyn Îsayê 2 kes ji ber teqîna mayînekê birîndar bûn. Li bajarokê Xeşam ê li rojhilatê Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê nêzî xeta trênê 2 zarok birîndar bûn.

(bb)