Hewldana derxistina aloziyê li girtîgehek Hesekê hat kontrolkirin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana derxistina aloziyê li girtîgehek bajarê Hesekê kontrol kir û hewldana revê têk bir.

Hewldana derxistina aloziyê li girtîgehek Hesekê hat kontrolkirin
22 tebax, 2025   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên derengiya şevê berê de li bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê avêtina guleyan ji aliyê taxa Kelasê ve hat bihîstin. Der barê mijarê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona cizîrê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana derxistina aloziyê li navenda girtîgeheke bajêr kontrol kiriye.

Têkildarê wê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî tên gotin: "Hevserokatiya Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê diyar kir ku di proseya serjimariya dorveger a girtîgeha Kelasê ya bajarê Hesekê de hin girtiyan hewl da aloziyê derxin û birevin. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi lez destwerdan kir û ev hewldan kontrol kir.

Tu êriş an jî tevgera şaneyên çekdar di hundirê bajarê Hesekê de pêk nehatiye, lê tiştê bûye hewldana revê di hundirê girtîgehê de bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe yên asayî yên parastina girtîgehê û bajêr didomînin û rewşa niha aram e û di bin kontrolê de ye."

(fr)