Li Dêrazorê 3 ciwan di ava Firatê de xeniqîn

Li gundewarê Dêrazorê 3 ciwan di ava çemê Firatê de xeniqîn.

Li Dêrazorê 3 ciwan di ava Firatê de xeniqîn
9 hezîran, 2026   20:22
HESEKÊ

Nûçegihanê me li Hesekê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Dêrazorê daxuyand ku 3 ciwanên ji xelkê Parêzgeha Dêrazorê di ava çemê Firatê de li nêzî gundê Hermoşiyê yê parêzgehê xeniqîn.

Heman çavkaniyan da zanîn ku 3 ciwan dema li ber çema Firatê bûn, dema avjenî dikirin xenqîn. Şênî û tîmên rizgariyê lez da cihê bûyerê û dest bi lêgerînê kir.

Di havînê de bûyerên xeniqîna di çemê Firatê de zêde dibin, bi taybet jî ligel bilindbûna rêjeya avê. Herî zêde xeterî li ser gund û deverên li keviyên çemê heye.

(fr)

ANHA