Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre, Almanya, Îtalya û Finlandiyayê li qadan in

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre, Almanya, Îtalya û Finlandiyayê dorpêç û êrişên li ser Rojava bi çalakiyên curbicur şermezar kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsre, Almanya, Îtalya û Finlandiyayê li qadan in
27 ÇILE, 2026   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

SWÎSRE

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, dorpêç û êrişên li ser Rojava hatin protestokirin. Di çarçoveta çalakiyên ku bi rojan in dewam dike de, li pêşiya Konseya Mezin a Lozanê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û parlamenter piştgirî dan çalakiyê.

Çalakiya ku li dijî êrîşên komên girêdayî dewleta Tirk û HTŞ’ê yên li ser Rojava hate kirin, beriya rûniştina parlamentoyê hate kirin. Girseyê tundiya berdewam û krîza mirovî ya kûr şermezar kirin, di ser de Kobanê banga vekirina korîdora mirovî ya alîkariyê ya lezgîn ji bo herêmê kirin.

Beriya vekirina rûniştina parlamentoyê, koma Ensemble à Gauche, Solidarité Ekolojî û parlamenterên Partiya Sosyalîst û Keskan tevlî çalakiyê bûn û êrîşên li ser Rojava, bi taybet Kobanê şermezarkirin. Beşdarbûna parlamenteran li dijî vê rewşê ku wekî trajediya morîv ya rast tê pênasekirin, wekî peyama piştevaniyê ya siyasî ya xurt hate nirxandin.

Kurd û dostên wan ên ku bi heftiyan in li qadan in, çalakiyên xwe bi armanca hişyarkirina raya giştî ya navneteweyî didomînin. Beşdaran piştî protestoya li pêşiya Konseya Mezin a Lozanê, ketin avahiya Meclîsa Kantonê û temaşeyî rûniştina parlamentoyê kirin.

Parlamenterê Ensemble à Gauche Matilde Merandaz ku di Konseya Mezin a Lozanê de mafê axaftinê girt, bal kişand ser êrîşên Rojava û Kobanê. Meransaz diyar kir ku divê li hemberî binpêkirinên mafên mirovan û êşên sivîlan dikşînin, helwestekî zelal were girtin û banga piştevaniyeke navneteweyî ya xurtir kir.

Dosyaya ku li ser navê Kurdistaniyan hate amadekirin, radestî rayedarên 6 partiyên ku koma wan di Meclîsa Kantona Vaudê de heye, hate kirin. Hate hînbûn ku di dosyayê de êrîş û rewşa mirovî ya li Rojava bi hirgûlî hate ragihandin.

ALMANYA

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a bajarê Hamburgê ya Almanyayê hate organîzekirin; Meclîsa Jinan a Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Alman, rêxistinên jinan ên çep û sosyalist û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di seranserê meşê de êrişên li ser Rojava hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku piştgiriyê bidin.

Di qada mîtîngê de pankartên ku bi Almanî û Kurdî hatibûn amadekirin bal kişandin.

Di dema meş û mîtîngê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” hatin berz kirin û marşên berxwedanê hatin lêxistin.

Li ser navê DKHM’ê Adalet Amed axivî û diyar kir ku Rojava ji aliyê komên cîhadî ve hatiye dorpêçkirin û got: “Rojava niha di bin dorpêça terorîstên cîhadî de ye. Hêzên navneteweyî hevparên vê komkujiyê ne; ji ber ku bêdeng dimînin. Li Rojava ne dorpêça terora HTŞ-Tirk, lê berxwedana gelê me wê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê divê em bi rengekî bênavber li qadan bin.”

Çalakî bi dirûşm û marşan li ber Rote Flora bi dawî bû.

FINLANDIYA

Kurd û dostên wan ên li Finlandiyayê, ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ’ê yên li ser Rojava li navenda bajarê Helsinkiyê li hev kom bûn. Çalakî li ber pirtûkxaneya navendî a Helsînkî Oodi pêk hat. Hejmarek zêde Kurd û dostên wan kom bûn, daxuyanî bo piştgirîya berxwedana Rojava hatin dayîn û ji qada navneteweyî xwestin ku alîkarîyên mirovî bigihînin Kobanê.

Çalakî heya demjimêrek û nîv bi dirûşme û stranên şoreşgerî dewam kir.

ÎTALYA

Di çarçoveya çalakiyên ku li Îtalyayê bi rojan e ji bo piştgiriya Rojava tên meşandin de, li Romayê li ber Parlamentoya Îtalyayê civîneke çapemeniyê ya vekirî û bi beşdarbûneke berfireh hate lidarxistin. Civîna ku Kurd û dostên wan ên Îtalyan beşdar bûn, nêzî du saetan dom kir. Civîna çapemeniyê ji aliyê ajans, kanalên televîzyonê û gelek rojnamegeran ve hate şopandin.

Axaftina destpêkê ya civîna çapemeniyê ji aliyê Buroya Agahdarkirina Kurdistanê ve hate kirin. Di daxuyaniyê de bang li Parlamento, Senato û hikûmeta Îtalyayê hate kirin ku ji bo parastina Rojava ya ji hewayê ve tavilê gav bên avêtin, statuya gelê Kurd bê naskirin û di serî de Kobanê, ji bo Rojava korîdoreke alîkariya mirovî ya lezgîn bê vekirin.

Beşdarên civînê ev bûn: Rêberê Partiya Çep a Îtalyayê Nicola Fratoianni, Seroka berê ya Parlamentoyê û Seroka Komîteya Mafên Mirovan Laura Boldrini, Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê ya Hevpeymaniya Kesk-Çep Marco Grimaldi, Parlamenterê Partiya Demokrat Arturo Scotto, Parlamentera Hevpeymaniya Kesk-Çep Francesca Ghirra, Senator Tino Magni, Şaredarê Herêma VIII. a Romayê Amedeo Ciaccheri û senatorê berê Giovanni Russo Spena.

Beşeke mezin a axivêran bal kişandin ser wê yekê ku têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê nehatiye ji bîr kirin. Hate diyarkirin ku careke din li Reqayê hildana ala DAIŞ'ê sedema fikarên cidî ye û divê hikûmeta Îtalyayê di zûtirîn dem de midaxaleyî pêvajoyê bike.

Her wiha hate destnîşankirin ku Rojava li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin, têgihiştineke jiyana ekolojîk pêk aniye û mînakeke şênber ya jiyana bi hev re ya gelan e; ji ber vê yekê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava li hemû gelan hate kirin.

Di civînê de hate ziman ku ji bo di komîsyonên têkiliyên derve yên Parlamento û Senatoyê de li ser mijarê biryar bên girtin, wê di demeke herî nêz de xebat bên destpêkirin. Seroka Komîteya Mafên Mirovan Laura Boldrini jî eşkere kir ku wan ji bo Wezîrê Karên Derve Antonio Tajani nameyek amade kiriye û di nameyê de daxwazên vekirina korîdora alîkariya mirovî ya lezgîn û parastina Rojava cih digirin.

Civîna çapemeniyê piştî ku beşdaran bi hev re dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin, bi dawî bû.