Kurd û kurdistanî ji bo Rojava rabûne ser pêyan

Li çar parçeyên Kurdistanê û gelek bajarên Ewropayê gel daket qadan, êrişên hikumeta demkî şermezar kirin û banga parastina sivîlan kir.

Kurd û kurdistanî ji bo Rojava rabûne ser pêyan
20 ÇILE, 2026   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li gelek bajarên Ewropayê ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê daketin kolanan. 

Her wiha li gund û bajarên çar aliyên Kurdistanê jî kurdistanî daketin qadan û êrişa hêzên hikumeta demkî şermezar kirin.

Çalakvanan û xwepêşandêran diyar kir ku ew ê ji bo parastina Rojava çalakiyên xwe berdewam bikin.

(k)

HEWLER

BUXUM ELMANIYA

HANOVER ELMANIYA