Li 4 herêmên Kobanê êrişên çeteyan hatin têkbirin

Şervanên QSD’ê li başûrê Kobanê 4 êrişên komên çeteyan têk birin û gelek wesatîyên wan ruxandin, gelek çete hatin kuştin.

Li 4 herêmên Kobanê êrişên çeteyan hatin têkbirin
20 ÇILE, 2026   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav û ev agahî parve kirin: 

“Îro serê sibehê saet di navbera 03.00 û 06.00’an de li eniya Sirrin a li başûrê Kobanê komên Şamê li ser her 2 êriş pêk anîn. Li ser êrîşan hêzên me bi cesaretek mezin bersiv dan û êriş têk birin. Di encama pevçûnan de gelek wesayîtên zirxî û amûrên leşkerî hatin hilweşandin. Her wiha gelek çete hatin kuştin.

Li eniya Ebû Sarra jî hêzên li dijî karwanekî van koman çalakiyek bi bandor pêk anî. Di encama çalakiyê de ev kom paşve vekişiyan e.

Li herêma gundê Xan Mamad jî, hewldana pêşketinê ya dijmin hatiye têkbirin. Dijmin gelek darbeyên giran xwarin û neçar ma xwe vekişîne.

Hêzên me yên QSD û YPJ’ê li hemberî her cure êrişan tedbîrên xwe zêde dikin û biryardariya xwe ya ji bo parastina gel û xaka xwe careke din diyar dike.

Derbarê pevçûnan de wê hurgilî piştre werin parvekirin.”

(a)

ANHA