Çeteyan ava girtîgeha El Aqtan qut kir

Komên çete ava girtîgeha El Aqtan a li bakûrê Reqayê ku ev 4 rojin dorpêç kiriye û metirsiya reva 2 hezar girtiyên DAIŞ’î heye, qut kir.

Çeteyan ava girtîgeha El Aqtan qut kir
20 ÇILE, 2026   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtîgeha El Aqtan ku 2 hezar girtiyên DAIŞ’ê lê dimînin û ji aliyê şervanên QSD’ê ve tê parastin, ev 4 roje ji aliyê komên çeteyan ên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Komên çete ku gelek caran êrişî girtîgehê kirin, niha ava wê qut kir. 

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin: “Komên girêdayî Şamê, girtîgeha El Aqtan a li bakûrê Reqayê ku girtiyên DAIŞ’ê lê dimînin, dorpêç kir û piştî ku avahiya wê rasterast bombebaran kir,  niha jî ava wê qut kir.

Li kêleka pirsgirêka tiştên xwarinê û amûrên tenduristiyê, qutkirin jî rê li ber pirsgirêka ciddi ya avê vedike.

Ev pêkanîn bi awayekî vekirî binpêkirina pîvanên mirovî ne û jiyana girtiyan jî dixe xeteriyê.

Em ji encamên mirovî û ewlekariyê ku dê ji ber vê pêkanînê derkevin holê, bi tamemî  Şamê beprisyar dibînin.

Em bang li saziyên navnetewî dikin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleyî  vê rewşê bikin.

(a)

ANHA