‘Siberoja Sûriyeyê bi nivîsandina destûreke nûjen ve girêdayî ye’

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriyê Faris Osman diyar kir ku siberoja Sûriyeyê bi nivîsandina destûreke nûjen a li ser bingehên demokratîk ve girêdayî ye û divê mafên gelê Kurd di destûrê de werin tesbîtkirin.

‘Siberoja Sûriyeyê bi nivîsandina destûreke nûjen ve girêdayî ye’
19 nîsan, 2026   05:50
QAMIŞLO

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Faris Osman têkildarî girîngiya danîna destûreke nû ku mafên tevahî pêkhateyan mîsoger bike, ji ajansa me re axivî.

Faris Osman destnîşan kir ku divê mekanîzmaya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê bi rêkeftinekê li ser şêweyê pergala birêvebirinê, çi sivîl, olî, federal an navendî be, dest pê bike. Ev gav jî bingeha her xebateke destûrî ya serkeftî ye.

Osman diyar kir ku piştî diyarkirina şêweyê pergala birêvebirinê, divê li ser prensîbên bingehîn ên destûrê li hev bikin, ku qanûnên giştî, cudakirian desthilatan di navbera şaxên yasadanîn, rêveberî û dadweriyê de, garantîkirina mafên jinan û mafên mirovan û pabendbûna bi peymanên navneteweyî, di nav wan de ya pêşî Danezana Mafên Mirovan a NYˊyê, di nava xwe de bigire.

Di berdewama axaftina xwe de Osman anî ziman ku ev bingeh rê li ber avakirina desteya destûrî vedike ku nûnertiya hemû beşên civakê, di nav de partiyên sîyasî û rêxistinên civaka sivîl jî dike, ji bilî beşdarbûna bibandor a jin û ciwanan, da ku paşê bi rêya desteyekê yan saziyeke damezrîner nivîsandina destûrê pêk bînin.

Der barê naveroka destûrê de, Osman destnîşan kir ku destûrên berê yên Sûriyeyê mafên pêkhateyên civakê, di nav de gelê Kurd jî, paşguh dikirin û da zanîn ku divê destûra nû mafên van pêkhateyan bi awayekî aşkera nas bike û divê ev maf di nav bendên destûrê de werin tesbîtkirin.

Osman bal kişand ser girîngiya beşdariya nûnerên gelê Kurd û çalakvanên mafên mirovan ên Kurd di pêvajoya nivîsandina destûrê de, şopandina xebata desteya damezrîner û israrkirina li ser tesbîtkirina mafên wan û got ku qanûn û ferman dikarin werin sererastkirin an jî betalkirin, lê metnên destûrî wekî garantorê bingehîn ê mafan dimînin.

Têkildarî çawaniya garantîkirina mafên hemû pêkhateyan jî Osman diyar ku ev yek bi rêya destûreke nûjen ku pabendî cudakirina desthilatan e, rêzê li prensîbên mafên mirovan digire û mafên hemû Sûriyeyiyan ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û yên din, garantî dike, bi taybetî jî girîngîdayîna ser mafên jinan, pêk tê.

Di dawiyê de Faris Osman got: "Em dibînim ku pêşeroja Sûriyeyê bi nivîsandina destûreke nûjen ve girêdayî ye ku li gorî pêdiviyên sedsala 21'an be û mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bêyî îstîsna, di serî de gelê Kurd, bi rêya metnên destûrî yên zelal ku nayên vegerandin, garantî bike, bi vî awayî dewleteke demokratîk li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bike.”

(ac/fr)

ANHA