Krîza li Lîbyayê ber bi teqînê ve diçe… pevçûn veguherîn xwepêşandanan

Li Lîbyayê ev çend roj e li paytext Trablusê pevçûnên tund di navbera aliyên şer de ji nû ve rû didin. Pevçûnan êvara 13`ê Gulanê dest pê kir, li çend taxan belav bûn û veguherîn xwepêşandanên daxwaza rûxandina hikumeta Debîba. Aliyên navneteweyî jî banga agirbesê kir.

Krîza li Lîbyayê ber bi teqînê ve diçe… pevçûn veguherîn xwepêşandanan
21 gulan, 2025   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Li gorî gelek dezgehên çapemeniyê ku di nava wan de Deutsche Welle jî heye, di 14’ê Gulanê de di navbera Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê ya Konseya Serokatiyê û Tûgaya 444’an a Wezareta Parastinê ya hikumeta Debîba de pevçûn derket. Pevçûn berfireh bûn û li taxên girîng ên wekî Rêya El Sikka ku baregeha hikumetê lê ye û li bendera bajar belav bûn.

Li Trablusa Lîbyayê dîsa alozî rû da, ji ber ku serokwezîrê demborî Abdulhemîd Debîba xwest desthilatdariya xwe destnîşan bike û kom û pêkhateyên li derveyî kontrola xwe hilweşîne. Piştî ku Debîba biryara betalkirina "Dezgeha El Redi a Têkoşîna li dijî Terorê û Sûcên Rêxistinkirî" ya girêdayî Konseya Serokatiyê da, şer derket. Ev biryar ji aliyê dezgeha El Redi ve hat redkirin û serokê Konseya Serokatiyê Muhamed El Menfî qebûl nekir.

Aloziya leşkerî li Trablusê 12`ê Gulanê dest pê kir, piştî ku Dezgeha El Redi wesayîtên xwe yên çekdar û şervanên xwe li devera Ebû Selîm kom kirin. Li hember wê hêzên wezaretên berevanî û hundirîn ên girêdayî Debîba seferber bûn. Di vê navberê de ji bo aramkirina rewşê û kêmkirina aloziya di navbera serkirdeyên komên çekdar de civînek hat lidarxistin. Di civînê de fermandarê Dezgeha El Redi Ebdulxenî El Keklî di encama pevçûnên di navbera parêzvanên serkirdeyên kombûyî de jiyana xwe ji dest da. Piştî kuştina wî, hêzên wezaretên parastinê û hundirîn operasyoneke leşkerî ya bilez pêk anî û tevahiya baregehên dezgehê li devera Ebû Selîm girtin.

Hesasiya van pevçûnan ji wê yekê tê ku ew nakokî û aloziyê di navbera her du hêzên sereke yên welat de gur dikin: Hikumeta Debîba û Konseya Serokatiyê ya bi serokatiya Muhamed El Menfî. Ev yek dikare bibe sedema şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de.

Piştî vê aloziyê, serokê Konseya Serokatiyê ya Lîbyayê Muhamed El Menfî, biryarek derxist û tê de hemû biryarên ku ji aliyê serokê "Hikumeta Demkî ya Yekitiya Nîştimanî" Abdulhemîd Debîba ve, yên leşkerî û ewlekarî, bi taybetî yên têkildarî jinûveavakirina saziyên ewlehiyê yan jî erkdarkirina kesan bo karên leşkerî û ewlehiyê, rawestandin.

Ev alozî û pevçûn dikarin serokê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya li rojhilatê welêt Xelîfe Hefter teşwîq bikin ku rewşê bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de gelek rapor diyar dikin ku tabûrên hêzên Hefter ber bi rojavayê Sirtê ve çûne.

Di encamê de, welatiyên Lîbyayê li gelek bajarên li rojavayê Lîbyayayê kom bûn û daxwaza hilweşandina "Hikumeta Yekitiya Nîştimanî" ya demkî ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîba kir. Ev yek li hember şer û pevçûnên tund ên li paytext Trablusê pêk hat ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Wezîrên hikumeta Debîba jî ragihand ku dest ji kar berdane, di heman demê de bi hezaran xwepêşandêr li Meydana Şehîdan a li navenda Trablusê kom bûn û daxwaza hilweşandina hikumetê û hilbijartinan kir.

Gelek encamên van pevçûnan hene:

Di krîza Lîbyayê de teqîneke nû. Destpêkirina van pevçûnan û kuştina serkirdeyan nîşan dide ku hê li Lîbyayê saziyên ewlekariya neteweyî û leşkerî nehatine avakirin. Ji ber vê yekê, welat li hember qeyran û rûbirûbûnên metirsîdar dimîne, nemaze ji ber hebûna hikumet û saziyên li dijî hev.

Têkçûna hevsengiya di navbera komên çekdar de li Trablusê. Ji ber ku Hêza El Redi û Ebdulxenî El Keklî roleke wan a sereke hebû di çêkirina hevbendiyan de li Trablusê.

Vegera DAIŞ`ê. Ji ber ku Hêza El Redi gelek zindanan diparêze ku bi sedan endamên DAIŞ û El Qaîdeyê lê hene. Ji ber vê yekê êrişa li ser van girtîgehan dikare bibe sedema reva wan kesan û berê wan bide ber bi qadên alozî û kaosê ve.

Nehevsengiya li paytext Trablusê, rûxandina rejîmê û perçebûna hevbendiyên di navbera aliyan de, desthilata hikumeta Debîba dixe nava metirsiyê û wê li hember gelê Lîbyayê di rewşeke lawaz de dihêle. Dijberên Debîba dê hewl bidin ji van geşedanan sûdê wergirin û careke din ji bo bidawîbûna erka hikumetê û neqanûnîbûna wê nîqaş bikin û banga hilbijartinên pêşwext bikin.

Tevî ku pevçûnan heta niha desthilata Abdulhemîd Debîba yê serokwezîrê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya welatê parçebûyî û hevalbendê Tirkiyeyê xurt kiriye jî, lê her şerekî demdirêj li hundirê Trablusê dikare komên ji derveyî paytextê bikişîne ku bibe sedema aloziyê di nava gelek aliyên çekdar ên Lîbyayê de piştî salên aramiyê.

(k)