‛Divê dewleta Tirk demildest guhertinên destûrî û siaysî pêk bîne’

Şêniyên bajarê Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan PKK’ê bersiv da û kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û bi vê yekê gaveke dîrokî ber bi çareseriya aştiyane ve avêt. Şêniyan got divê dewleta Tirk demildest guhertinên destûrî û siyasî pêk bîne.

‛Divê dewleta Tirk demildest guhertinên destûrî û siaysî pêk bîne’
21 gulan, 2025   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist, di 12’ê Gulanê de encamnameya kongreyê da û aşkera kir ku di kongreyê de biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya çareseriya siaysî û demokratîk hat dayîn. Lê tevî vê guherîna mezin jî dewleta Tirk li himber vê yekê tu gav neavêtiye, berevajî êrişên hewayî yên bibalafirên şer û balafirên keşfê yên bêmirov li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Ev jî dijberî rêya çareseriyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de daye destpêkirin, e.

NEBÛNA BERSIVA TIRKAN Û NEREHETIYA KOLANÊ

Girêdayî mijarê, şêniyên bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê biryarên ku di kongreya PKK’ê de hatine dayîn nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiya bi navê Fatme Silêman Maîş axivî û got: "Heta niha me ti bersiveke Tirkiyeyê li hemberî biryara partiyê ya rawestandina şerê çekdarî nedîtiye. Berevajî, Enqere êrişên xwe yên leşkerî dewam dike."

Fatme bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike, ji bo ku êrişên xwe rawestîne, rêzê ji biryara partiyê bigire û weke gava ber bi aştiya adilane ve li ser maseya diyalogê rûne.

KONGREYA DÎROKÎ Û METIRSIYÊN LI SER NEBÛNA CIDIYETA TIRKIYEYÊ

Ji xelkê Til Temirê rewşenbîr Xalid Mihemed Elî got: "Piştî banga Rêber Abdullah Oacalan PKK’ê bersiv da û kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û gaveke dîrokî ber bi çareseriya aştiyane ve avêt, lê Tirkiye ji bo heman mijarê gavek jî neavêtiye."

Elî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk demildest dest bi tedbîrên destûrî û siyasî bike, mafên Kurdan di hundirê Tirkiyeyê de, her wiha nûnertiya wan di parlamento û saziyên dewletê de, misoger bike.

Di dawiyê de Elî got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku kongreya PKK’ê gava avaker a ber bi îstîqrarê ve ye, lê xuya ye hikumeta Tirkiyeyê di bijardeya şer û aloziyê de berdewam e."

BANGA PIŞTGIRÎKIRINA XETA SIYASÎ Û HIŞYARKIRINA LI HEMBER NIYETA TIRKIYEYÊ

Xalid Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de bang li dezgehên ragihandinê û rewşenbîran kir ku di veguhastina encamnameya kongreya PKK’ê de roleke aktîv bilîzin û pêwîstî bi şîrovekirina guherîna siyasî ya PKK’ê di vê qonaxa hesas de ji gel re heye û got: "Divê ev hişmendî were avakirin, ji ber ku qonaxa hestiyar e û dibe ku siberoja herêmê diyar bike."

TIRKIYE NE PABEND E

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Kamîle Îbrahîm nerazîbûnên xwe nîşan da û got: Bawerî bi dewleta Tirk nayê. Tecrûbeya me bi Tirkiyeyê zelal e, ew rojekê jî pabendî lihevkirinê nebû û li dijî Kurd û gelên din komkujiyan pêk tîne."

Kamîleyê diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "zihniyeta dîktatorî ya Tirkiyeyê" red dikin û anîn ziman ku Enqere xwe dispêre siyaseta tesfiyekirina her dengekî muxalif li hundir û derveyî Tirkiyeyê.

(aq/fr)

ANHA