Jinan bang kir; pêdivî ye projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê pêk were
Di demekê de bangên pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyeyê bilind dibin, tevgerên jinên ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi baldarî gavên desthilata Şamê yên tevlêkirin û temsîlkirina jinan di avakirina Sûriyeya nû de, dişopînin.

Digel hewldanên berdewam ên avakirina hikumeteke Sûriyeyê ya demokratîk û berfireh dengê jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind dibe û ew dixwazin roleke aktîv û bingehîn di sazkirina siberoja welat de bilîzin. Jinan anî ziman ku bêyî tevlêkirina rastîn a jinan di tevahî aliyan de avakirina Sûriyeya pirrengî ne pêkan e.
Girêdayî mijarê, rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Asya El Elî got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 50 temsîla xwe di saziyan de dikin. Îro jinên herêmê wekî hevserokên saziyên dadgerî, leşkerî û siyasî cih digirin. Jinên li vir xwedî dengekî xurt in û ji bo jinên din ên Sûriyeyê nimûne ne."
Asyayê paşguhkirina tevlêkirina jinan di hikumeta nû ya desthilata Şamê de şermezar kir û diyar kir ku ev paşguhkirin hişmendiyên kevin ên ku bi şiyanên jinan ne bawer in, nîşan dide, bi wê re ziyanekê di sazûmaniya hikumetê de pêk tîne.
Asyayê wiha domand: "Divê hikumeta nû li ser stûnên rastîn ava bibe. Ya girîng jî hemû pêkhate û mezheb, bi taybet jin beşdarî sazkirina destûrê û qanûnan bin, heta ku Sûriyeyeke demokratîk ava bibe û hemû mezheb û etnîkên wê hembêz bike."
Endama Meclisa kantona Reqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Meyade El Ehmed diyar kir ku jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng û xwedî biryar in û got: "Em hêvîdar in, ev tecrûbeya serkeftî li parêzgehên din ên Sûriyeyê were pêkanîn û jin di sazkirina destûra nû û qanûnan de xwedî roleke girîng bin."
Endama Aboriya Jinan a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Fatme El Hesen got: "Ji bo avakirina Sûriyeya azad a nenavendî, armanca me ew e ku em roleke rastîn bilîzin, bi taybetî di qadên siyasî, aborî û leşkerî de."
(mh/fr)
ANHA