Krîza jiyanê ya li Sûriyeyê û dan û standinên DYA-Îranê rojevên rojnameyan in

Rojnameyan nivîsî ku krîza jiyanê li Sûriyeyê xirabtir dibe, ji ber ku ferqa di navbera mûçeyan û lêçûnên jiyanê de zêde dibe. Her wiha li Iraqê li gotûbêjên ser veguhastina girtiyên DAIŞ`ê berdewam dike û çav li dan û standinên DYA-Îranê yên li Cinêvê ne.

Krîza jiyanê ya li Sûriyeyê û dan û standinên DYA-Îranê rojevên rojnameyan in
17 sibat, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser krîza lêçûnên jiyanê ya xerab li Sûriyeyê, nîqaşa berdewam a li Iraqê li ser veguhastina girtiyên DAIŞ`ê û bendewariya li dora dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îranê yên li Cinêvê.

‘MÛÇEYÊN MEHANE TÊRA 3 ROJAN DIKIN!

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Exbar lêkolînek weşand ku nîşan dide ku malbateke Sûriyeyê ya ji 4 kesan pêk tê ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê yên herî kêm mehê hewceyê nêzîkî 7.7 milyon lîreyên Sûriyeyê ye, di heman demê de lêçûna navîn a jiyaneke baş digihêje 11 milyon lîreyî, lê mûçeya kêmtirîn ji 750 hezar lîreyan derbas nabe.

Li gorî lêkolînê, mûçeya mehane tenê têra nêzîkî ji sedî 10’ê pêdiviyên bingehîn ên jiyanê dike, ev tê vê wateyê ku ew tenê têra 3 rojan dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku nebûna polîtîkayên aborî yên bi bandor ji bo çareserkirina enflasyonê û bihayan, digel dahat û derfetên kar ên sînorkirî, gelek welatyên Sûriyeyê neçar kirine ku xwe bispêrin şandinên ji derveyî welêt an jî karên nefermî.

‘VEBIJÊRKA HERÎ BAŞ JI BO MIJÛLBÛNA BI DOSYAYA DAIŞ'Ê RE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser nîqaşa berdewam a li Iraqê ya der barê veguhestina bi hezaran girtiyên DAIŞ'ê ji zindanên di nav sînorên Sûriyeyê de bo zindanên Iraqê.

Hin çavdêran diyar kir ku hiştina bi hezaran girtiyan di zindanên Sûriyeyê de dikare bibe xetereyeke ewlehiyê û gefeke rasterast li ser Iraq û herêmê, bi taybet ji ber tevlihevî û hilweşîna sazûmanî ya ku li hin deverên Sûriyeyê tê dîtin, her wiha hebûna komên tundraw ên ku dibe ku bi van girtiyan re hevkariyê bikin an jî serbestberdana wan bixwazin.

Tevî vê yekê, nerînên din jî hene ku dibêjin pêvajoya veguhastinê dê bibe barekî mezin ê darayî û ewlehiyê li ser dewleta Iraqê, her wiha dibe ku tevliheviya ewlehiyê jî mezin bibe, ger hin girtî bikarin birevin an jî torên herêmî bi kar bînin.

‘JI DYA’YÊ JI BO NETANYAHU ÇIRAYA KESK’

Rojnameya El Nehar diyar kir ku gera duyemîn a dan û standinên DYA-Îranê li Cinêvê di nava nezelaliyê de pêk tê.

Li gorî rojnameyê, dan û standin di nav taktîkên zexta hevbeş de berdewam dikin û hişyariya DYA’yê ya vebijêrkên leşkerî heye, ger rêya dîplomatîk têk biçe. Ev yek gera Cinêvê dike xaleke girîng ku dikare şeklê qonaxa nû ya herêmê biguherîne.

(k)