Krîza avê ya Iraqê û şertgiriyên lûtkeya Alaska û îhtîmalên wê

Iraq rûbirûyî krîza avê ya giran e ku gefan li ewlehiya jîngehê û civakê dixwe. Li aliyekî din jî çavê cîhanê li lûtkeya Alaskayê ya di navbera Trump û Pûtîn de ye. Çavdêran diyar kir ku Trump hewl dide destkeftiyên sembolîk li pêş raya giştî bi dest bixe û Pûtîn jî bi sembolîkbûna lidarxistina lûtkeyê ya ji Rûsyayê ve nêz e û ji paytextên Ewropayê ve dûr e mijûl e.

Krîza avê ya Iraqê û şertgiriyên lûtkeya Alaska û îhtîmalên wê
15 tebax, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa dosyaya krîza avê ya li Iraqê, lûtkeya Alaska ya di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Amerîkayê Donald Trump de kir.

ˋKRÎZA AVÊ YA IRAQÊ: BENDAVÊN CÎRANAN Û BINKEFTINA RÊVEBERIYA HUNDIRÎNˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê di nivîsek xwe de behsa krîza giran a avê ya li Iraqê kir û bi pirsgirêka hebûnê bi nav kir,  ku sedemên wê bi bandorên guhertinên avhewayê, siyasetên avê yên dewletên cîran û binketina rêveberiya hundirîn ve girêdayî ne.

Rojnameyê diyar kir ku bi zêdebûna krîza avê ya ji ber ziwabûna çeman û qutbûna herikîna avê re "Iraqî şerekî ji cureya din ê ku qerabalixa wê kêm, lê herî xeternak dikin". Li hember vê krîzê rêveberên hundirîn di rêvebirina vê daneya jiyanî de aciz in.

Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku welat rûbirûyî xeteriya nebûna avê ye. Rezerva avê ya par ji 18 milyar metredam daketiye 10 milyar metredam. Bi wê re bi hezaran malbat koçber bûne, bi taybet ji parêzgeha Zî Qarê. Li Besra jî nexweşî zêde bûn, Xwepêşandên têkildarî qutbûna avê dest pê kirin û planên sereke yên çandiniyê hatin taloqkirin.

Rojnameyê berpirsiyariya vê yekê hilda ser nebûna siayseta avî û dîplomasiyeke aktîv, hegemoniya gendeliyê û hiştina binesaziya avê ya ji salên 1990ˊî ve li gorî halê wê. Rojnameyê diyar kir ku pêdiviya çareseriyê bi avakirina desteyeke dîplomasî ya avî ya neteweyî, nûkirina pergalên avdan û şêrînkirinê, tevlêkirina navbeynkarên navneteweyî di peymanên girêdayî bi Tirkiye û Îranê re heye û di rêvebirina projeyan de zelalî hebe.

ˋPÛTÎN Û TRUMP LI ALASKYAYÊ, ÇI LI PIŞT BIŞIRÎNAN Û KAMEREYAN HEYEˊ

Rojnameya El Eyn El Exbariyê li ser lûtkeya li Alaskayê ya ku wê di navbera Donald Trump û Vladimîr Pûtîn de li dar bikeve nivîsek parve kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku Trump hewl dide di navbera qezenceke sembolîk ku pêşkêşî raya giştî dike û dûrxistina ji diyardeyên neyênî yên li Ukraynayê û hevalbendên NATOˊyê de hevsengiyekê pêk bîne, di gel armanca xwe ya bidestxistina xelata aştiyê ya Nobelê. Lê firsetên serkeftinê, bi taybet ligel metirsiyên Ukrayna û Ewropa ji fikreya "pevguherîna xakan" a dibe ku destkeftiyên din bide Rûsyayê, zehmet in. Li kêlek wê jî îhtîmal heye ku lûtke ji bo şikandina îzolekirina navneteweyî û xurtkirina helwesta wî ya dan û standinê bi rêya girêbestên aborî yan jî pêşniyarên girêdayî sînordarkirina çekan, ji bo Pûtîn veguhere firsetekê.

Ger planeke zelal ji bo agirbestê neyê danîn, dê ji bo Trump zehmet be ku lûtkeyê wekî destkeftiyekê nîşan bide, di heman demê de xuya dike ku îhtîmala Pûtîn a windakirina destkeftiyan pir kêm e. Ji ber ku hatina Pûtîn li Alaskayê û razemînkirina wê di pêşxistina serweriya xwe ya aborî û dîplomasî de sûdmendiyek e.

LÛTKEYA ALASKA…DI NAVBERA KESAYETÊ GIRÊBESTAN Û KESAYETÊ ÎSTÎXBARATÎ DE

Rojnameya El Nehar lûtkeya Alaskayê bi yekemîn lûtekeya ku ji destpêka şerê li Ukraynayê ya 2022ˊyan de Trump û Pûtîn li hev civandiye, bi nav kir. Analîzvan diyar dikin ku heta beriya lidarxistina lûteyê, bi rêya şikandina tecrîda navneteweyî û derketina li qada cîhanî Pûtîn serkeftineke şeklî qezence kiriye û Trump li hember serweriya hempîşeyê xwe yê herî teslîmbûyî tê nîşandan.

Çavdêran diyar kir ku armanca her du serokan ew e ku Trump "hêviya aştiyê" dike û Pûtîn jî "hêviya erdê" dike. Ev yek tê şîrovekirin ku ruxmî amadekariyên zêde ji bo lûtkeyê, lê hêviyên her duyan ji hev dûr in. çavdêran bal kişand ser sembolîkbûna hilbijartina Alaskayê ji bo cihê civînê. Ew di aliyê erdnîgarî de ji Rûsyayê ve nêz e û di aliyê derûnî û siyasî de ji paytexên Ewropayê ve dûr e. Ew dihêle Pûtîn rihettir dan û standinan bike û Ewropa ji sazkirina dîmena navnetweeyî îzole bike.

(fr)