3 kes bi sûcên sextkariyê û 2 bazirganên hişbirê hatin destgîrkirin

Li Tebqayê 3 kes bi sûcên dizî û sextekariyê û li Reqayê jî 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin.

15 tebax, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku di çarçoveya hewldanên wê yên domdar ên parastina civakê ji sûcên cuda de, hêzên wê di rojên dawîn de li Tebqa û Reqayê du operasyonên serkeftî li dar xistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcan roja yekşemê (10ˊê Tebaxê) li bajarê Tebqayê 3 kes bi sûcên dizî û sextekariyê girtin. Hate diyarkirin ku bi wan kesan re zêrên sext, telefonên bêtêl û kaxezên ku ji bo sihrê dihatin bikaranîn, hatin dîtin û desteserkirin.

Hate gotin ku lêpirsîna bi her sê kesan re bi dawî bûye û sewqî dadgehê hatine kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê roja sêşemê (12 Tebax) li kantona Reqayê operasyonek li dar xist. Di  operasyonê de 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin destgîrkirin û madeyên hişbirê hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariyê aşkera kir ku herdu kes radestî dadgehê hatin kirin da ku lêpirsîn temam bibe.

(bb)