Koçberên Serêkaniyê daxwaza pêkanîna peymana 10`ê Adarê kir

Koçberên ji Serêkaniyê yên li kampan di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn. Koçberan daxwaza vegera ewle bo malên xwe û pêkanîna peymana 10`ê Adarê kir.

Koçberên Serêkaniyê daxwaza pêkanîna peymana 10`ê Adarê kir
6 kanûn, 2025   04:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên ji Serêkaniyê ku ji Cotmeha 2019`an vir ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di kampên koçberiyê de êş û azarên dijwar dikışînin. Koçberan daxwaza vegera ewle bo malên xwe û pêkanîna peymana 10`ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de kir.

REWŞA MIROVÎ LI KAMPAN DIJWAR E

Li kampa Serêkaniyê ku li taxa Talaî ya bajarê Hesekê ye, koçberê bi navê Ebdulqadir Mihemed Şermûx got: "Em zivistanê di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Em spasiya rêveberiya kampê dikin ji bo peydakirina sotemeniyê ji me re, lê sobe kevn bûne û hewceyî guhertinê ne.”

Şarmûx behsa peymana 10`ê Adarê kir û got: "Em dixwazin bi ewle vegerin malên xwe, bi rûmet û rêzdarî. Em şer û xwînrijandinê naxwazin. Em dixwazin peyman were bicîhanîn. Em Sûriyeyî ne û em dixwazin vegerin bajarên xwe.”

‘DI BIN VAN KONAN DE EM HER ROJ MIRINÊ DIBÎNIN’

Li kampa Serêkaniyê 2 hezar û 615 malbat anku nêzî 16 hezar û 700 kes dijîn. Kamp di sala 2020`an de piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Sarêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, hate avakirin.

Xanim El Hemûd ku bi zorê ji gundewarê Serêkaniyê hatiye koçberkirin, got: "Di bin van konan de, em her roj mirinê dibînin. Sermaya zivistanê û germahiya havînê em westandine. Em ji vê rewşê bêzar bûne û trajediyek mezin heye.”

El Hemû daxwaza pêkanîna peymana 10`ê Adarê kir û diyar kir ku ew yekane rê ye ku koçber vegerin malên xwe û ji trajediyê xelas bibin.

‘EM DIXWAZIN BI EWLE VEGERIN MALÊN XWE’

Li gorî xala 5`an a peymana 10`ê Adarê, ku ji hêla fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri ve hatiye îmzekirin, divê hemû koçberên Sûriyeyê vegerin gund û bajarên xwe.

Di vê çarçoveyê de, Ebdulezîz Silêman ku ew jî ji Serêkaniyê Koçber bûye, got: "Em 2 caran ji bajarê xwe hatin koçberkirin, carekê di sala 2012`an de û careke din di sala 2019`an de, em li vir di rewşekê de ku kes nikare dijwarbûna wê xeyal bike, dijîn.”

Silêman wiha lê zêde kir: "Me hêvî dikir ku peymana 10`ê Adarê were bicihanîn. Em daxwaz dikin ku bendên wê werin bicihanîn û destûr bê dayîn ku em vegerin malên xwe. Em naxwazin ev peyman tenê li ser kaxezê bimîne. Em daxwaza vegereke ewle û birûmet dikin.”

ANHA