Kremlînê çareseriya leşkerî ya Îsraîlê rexne kir

Kremlînê îsrara Îsraîlê ya çareseriya leşkerî li dijî Îranê rexne kir û hişyarî li ser xeteriya ketina Rojhilata Navîn li nava rageşiyek berfireh ku zehmete were vehewandin, da. Kremlîn carek din pêşniyara navbeynkariyê bike, kir.

Kremlînê çareseriya leşkerî ya Îsraîlê rexne kir
17 hezîran, 2025   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlînê renxeyn nû yên tûj li Îsraîlê kirine û got ew naxwaze rêveçûna siyasî ji bo çareseriya aloziya heyî pêk bîne. Moskovê hişyariyên grian ji bo mezinbûna xeteriyê li herêmê Rojhilata Navîn da û pêşbîn kir ku rewşa ber bi "rageşiya kirêtir" ve biçe. Di heman demê de amadekariya xwe ya ji bo navbeynkariya di navbera Îsraîl û Îranê de dubare kir.

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê, Dmitriy Peskov destnîşan kir ku welatê wî diyar dike ku Îsraîl rêya çareseriyeke aştiyane bi Îranê re biçûk dibîne, û neqebûlkirina Tel Avivê ji bo pêşniyarên navbeynkariyê rexne kir.

Moskovê ji roja yekem a êrişa Îsraîlê li dijî Îranê bi tundî rexne kir û got bi tu awayî ev êriş nayên qebûlkirin.

Peskov aşkera kir ku aliyê Rûsiya bi taybetî serok Vladimîr Pûtîn çendîn car diyar kiriye ku "Rûsya ji bo pêşkêşkirina hewlên navbeynkariya gengaz di dema pêwîst de amade ye".

Berdevkê Rûsyayê hişyarî da ku rewşa Rojhilata Navîn gelekî metirsîdar e û niha ber bi aloziyeke zêdetir ve diçe.

Dmitriy Peskov anî ziman ku di bin van şert û mercan de, Rûsya bang li aliyan dike ku ji bo veguhastina ber bi rêya siyasî û dîplomasî ya ji bo çareseriyekê xwe ragirin.

Peskov da zanîn ku welatê wî daxuyanî û helwestên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên der barê Îranê de dişopîne.

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov li ser banga Trump a ji bo valakirina Tehranê ji niştecîhên wê û daxuyaniya Netanyahu ya li ser kuştina muhtemel a rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî axivî û got: "Rewş gelekî metirsîdar û bi fikar e.  Helbet me ev daxuyanî dîtin û bihîstin."

(ac/fr)