Armancên dualî yên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de

Lêkolînerê peywendiyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbê got ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dê wêranker be. Her wiha diyar kir dibe Amerîka tevlî vî şerî bibe, ku armancên wê yên dualî hene, kêmkirina bandora Îranê û ceribandina îmkana rûxandina rejîma wê.

Armancên dualî yên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de
18 hezîran, 2025   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN
YIHYA EL HEBÎB

Tevî hişyariyên derbarê encamên xerab yên berfirehbûna şer li hermê jî, rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê de berdewam e. ji ber her du welat jî xwediyên çekên wêranker in, ev yek ji bo tevahiya herêmê dibe metirsî.

ENCAMÊN NEYÊNÎ YÊN ŞER

Lêkoînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Tariq Wehbê diyar kir ku ev şer gelekî aloz e, ji ber armancên her du aliyan. Her wiha Divê em ji bîr nekin ku Netanyahu têgîna "şerê giştî" bikar aniye, ku tê wateya Îsraîl dixwaze bighêje hemû cihên leşkerî û siyasî yên Îranê. Ji ber vê yekê, lêdana hemû cihên çalakiyên nukleerî dê pir wêranker be, ji ber ku Îsraîl hewl dide bernameya nukleerî ya Îranê têk bibe.

Geşedana herî berbiçav ya di van saetên dawî de gefa Amarîkayê ya destwerdanê bû. Serok Amerîkyê Donald Trump ji serkirdayetiya leşkerî ya welatê xwe xwest ku ji bo vê yekê amade bin. Wehbê jî ketina Amerîka ya nav şer weke alozbûneke mezin nirxand, ku berê jî bi awayekî nerasterast piştgirî da Hêza Esmanî ya Israîlê.

ARMANCÊN DUALÎ

Di nava vê rageşî û alozbûnê de, çavdêr û lêkolîner hîn jî li armancên rastîn ên vî şerî digerin. Ji aliyekî ve, hin kes di wê baweriyê de ne ku armanca rastîn lawazkirina rejîmê ye ji bo amadekirina rûxandina wê. Hinên din jî di wê baweriyê de ne ku armanc ew e "neynûkên Tehranê bibirin". Lê belê ya teqez ew e ku sedemên rastîn ên vê aloziyê, rikberiya herêmî ya di navbera du projeyan de ye, li ser bingeha hegemonî û kontrola li ser herêmê ye.

Lêkolîner Tariq Wehbê jî di wê berweriyê de ye ku armanca sereke jinavbirina xebatên nukleer ya Îranê ye "Ev tişta ku hatiye ragihandin e, lê li gorî plana ku em rojane dibînin û wêrankeriya hêzên Îsraîlê, dibe ku ev wêranî bighêje hemû hêza leşkerî ya îranê, ya herî girîng jî mûşekên balîstîk û firokeyên bêmirov, ku hatiye eşkerekirin Îran xwedî hêzeke mezin e di van her du waran de. Lê ji bo rûxandina rejîmê divê destpêkê elternatîfa vê rejîmê bibînin, gelo ew ê kurê Şah be? yan jî 'Berxwedana Îranê' ya ku navê Mucahidîn Xelq tê naskirin be.

 Ji xwe armanca hemû bangên valakirina Tehranê yan bajarên din ew e ku rê bidin opozisyona bi piştgirîya Amerîka dest deyne ser navendên biryardanê. "

ŞEREKÎ SÎNORDAR

Der barê îhtîmala mezinbûna vî şerî de Wehbê wiha got: "Ez bawer nakim ku tu kes bixwaze parastina Îsraîl û Îranê bike. Belê, Îsraîl hêzeke çavsor e, guh nade diplomasiyê ku rê li ber dînbûna wê bigire. Îranê çi kiriye?, wê bi rêya baskên xwe hemû paytextên Ereban xistiye bin kontrola xwe. Ew baskên wê jî ji bo Îranê li hember hikûmetên xwe serî hildan. Dewletên Kendavê ku pir êşa Îranê kişandine, çi bi gefên devkî çi bi êrişên komên Hûsiyan, niha bêalî dimînin û ji her du aliyan dixwazin bigihêjin çareseriyek dîplomatîk ku şer ji herêmê dûr bixe. "

Lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî Dr.Tariq Wehbê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez di wê baweriyê de me ku baskê Bazan ên Partiya Komarî zexteke tund li Serok Trump dikin ku rasterast têkeve vî şerî. Her wiha eger Îsraîl jî çalakiya xwe ya leşkerî bidomîne dê ji hêla leşkerî û mirovî ve biweste. Lê şer dê di navbera her du aliyan de bimîne. Li vir jî troriya (kî dê ewil teslîm bibe) derdikeve pêş, dibe ku biryara Îranê ya teslîmbûnê ji bombebaran Îsraîlê bihêrztir be. "

(k)