Kremlin: Divê gelek mijar beriya civîna Pûtîn û Trump werin çareserkirin

Piştî Trump û Pûtîn duh li ser lidarxistina civîneke din a der barê şerê li Ukraynayê de li hev kiribû, Kremlinê diyar kir ku dibe ku di 2 hefteyan an jî beriya wê de her du serok li hev bicivin, lê gelek mijar hene divê beriya wê werin çareserkirin.

Kremlin: Divê gelek mijar beriya civîna Pûtîn û Trump werin çareserkirin
17 cotmeh, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremlinê diyar kir ku dibe ku civîna di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê Amerîkayî Donald Trump de di navbera 2 hefteyan an jî kêmtirî wê were lidarxistin de, lê divê beriya wê mijarên heyî werin çareserkirin.

Duh (16 Cotmeha 2025) Trump û Pûtîn li ser organîzekirina civîneke din a der barê şerê li Ukraynayê de li hev kiribû. Her du serokan di 15ˊê Tebaxa 2025ˊan de li Alaskayê civiyabûn û tu encamên ji bo çareserkirina krîzê bi dest nexistin.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re got dê wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Amerîkayî Marco Rubio beriya civîna her du serokan bi hev re gelek mijaran nîqaş bikin û çareser bikin.

Peskov da zanîn ku gelek pirs hene, divê tîmên dan û standinê werin destnîşankirin. Li ser vê bingehê dê her tişt bi qonaxan pêk were, lê li gel her du serokan ew îrade heye.

Peskov diyar kir ku dibe ku civîn di navbera 2 hefteyan an jî kêmtirî wê de bê lidarxistin û lihevkirina li ser nepaşxistinê de heye.

Berdevk Peskov got têkildarî gihandina çareseriyekê ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê bi awayekî aştiyane hîna Rûsyayê kenalên diyalogê vekirî hiştine.

Li aliyekî din jî Kremlinê da zanîn ku Pûtîn û serokwezîrê Macaristanê Viktor Orbán îro peywendî ji bo nîqaşkirina civîna bê kir. Orban got Macaristan ji bo vê civînê amade ye.

(fr)