Karmendên Navenda Lêkolînên Zanistî ji kar hatin derxistin

Piraniya akademîsyen, endezyar û karmendên Navenda Lêkolînên Zanistî ya Sûriyeyê bêyî biryarên fermî yan hincetên qanûnî ji kar hatin avêtin. Ev yek bû sedema nerazîbûnên li dijî "binpêkirina qanûnê” û "cudakariya mezhebî".

Karmendên Navenda Lêkolînên Zanistî ji kar hatin derxistin
18 cotmeh, 2025   06:05
ŞAM

Endam, karmend û xebatkarên Navenda Lêkolînên Zanistî ya li Sûriyeyê ji Çileya sala borî ve bêyî biryarek fermî, ji kar hatin rawestandin, mûçeyên wan ên mehane nayên dayîn.

Navend saziyeke hikumetê ye ku di sala 1971`an de hatiye damezirandin. Ew ji bo pêşxistina çalakiyên zanistî, pêkanîna lêkolînên leşkerî, aborî û civakî li Sûriyeyê û otomatîkkirina saziyên hikumetê hatiye damezirandin.

Karmendên navendê ku ji sedan, bijîşk, endezyar, pisporên teknîk û akademîsyenan pêk tê, di gilînameyekê de ku gihaştiye ajansa me, diyar kir ku kiryarên rayedarên hikumeta veguhêz xala 96`an a Qanûna Hejmar 50`an binpê dikin. Li gorî wê xala qanûnê, berî her cezayekî yan dûrxistina ji kar, divê lêpirsîneke fermî were pêkanîn.

Karmendan her wiha "tedbîrên keyfî" yên li dijî wan wek "binpêkirina prensîba qanûnî û serdestiya qanûnê" bi nav kirin. Karmendan diyar kir ku tedbîrên hatine girtin bê bingeheke qanûnî ne.

Karmendan diyar kir ku piştî hatina desthilatdariya nû wan xebatên xwe dewam kirin, lê desthilatê ji sedî 90`ê ji karmendan bêyî pîvanek zelal, li ser bingeha "mezhebî" ji kar derxistin derxistin û mûçe û xizmetên tenduristiyê rawestandin. Her wiha rewşên cudakariya li dijî jinan hatine kirin ku jin bêyî bingeheke qanûnî ji kar hatine derxistin.

Karmendên Navenda Lêkolînên Zanistî daxwaza betalkirina van kiryarên neqanûnî, vegerandina mûçeyan û vegerandina wan bo karên wan kirin, an wan bo saziyên din ên hikumetê erkdar bikin da ku karmendiya wan berdewam bike.

Karmendan da zanîn ku kiryarên li dijî wan hatine ne tenê bandorê li mafên wan ên takekesî dike, lê bandorê li siberoja lêkolînên zanistî yên neteweyî jî dike û baweriya bi saziyên giştî jî lawaz dike.

Karmendan bang li aliyên têkildar kir ku tedbîrên bilez bigirin da ku edaletê pêk bînin û wan vegerînin ser karên wan.

(k)