Koşka Spî biryara Komîteya Xelata Nobelê rexne kir

Koşka Spî li ser biryara Komîteya Xelata Nobelê ya ku Xelata Aştiyê li şûna bide serokê Amerîkayê Donald Trump daye serokê muxalefeta Venezuelayê, nirxandin kir.

Koşka Spî biryara Komîteya Xelata Nobelê rexne kir
10 cotmeh, 2025   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî biryara Komîteya Xelata Nobelê ya Xelata Aştiyê li şûna bide serokê Amerîkayê Donald Trump daye seroka muxalefeta Venezuelayê rexne kir.

Berdevkê Koşka Spî Stephen Chung li ser platroma xwe ya Xˊê got: "Wê serokê Amerîkayê peymanên Aştiyê dewam bike, şeran bi dawî bike û giyanan rizgar bike."

Stephen Chung diyar kir ku "Ew xwedî dilekî ji xêrê hez dike, ye û tu kes wek wî dikare çiya bi hêza bilivîne tune ye."

Chung di berdewama nivîsa xwe de got: "Komîteya Nobelê îsbat kir ku li ser hesabê aştiyê pêşîn girîngiyê dide siyasetê."

Komîteya Nobelê ya Norwêcê diyar kir ku ji ber hewldanên xwe yên ku "Li welatê xwe ji bo derbasbûna aştiyane û wekhev a ber bi demokrasiyê ve" Maria Corina Machado hêjayî xelatê hate dayin.

Serokê Komîteyê Jørgen Watne Frydnes li Osloyê di merasîmê de daxuyanî da û got, "Maria Corina Machado salên dawî yek ji mînakên herî balkêş ên wêrekiya sivîl a li Latîn Amerîkayê ye. "

(fr)