Witkoff: Îsraîlê qonaxa yekemîn a vekişîna hêzên xwe pêk anî

Nûnerê Serokê Amerîkayê,  Witkoff ragihand ku Îsraîlê qonaxa yekemîn a vekişîna hêzên xwe ji Şerîda Xezayê pêk anî.

Witkoff: Îsraîlê qonaxa yekemîn a vekişîna hêzên xwe pêk anî
10 cotmeh, 2025   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûnerê serokatiya Amerîkayê Steve Witkoff, ji Pantagonê wergirtine, artêşa Îsraîlê qonaxa yekem a vekişîna hêzên xwe ji Xezeyê temam kiriye, ku ev yek destpêka dema 72 demjimêran berî serbestberdana rehîneyan e. 

Nûnerê Amerîkî Steve Witkoff li ser platforma Xˊê got, "Fermandariya Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku artêşa Îsraîlê qonaxa yekem a vekişînê ber bi xeta zer ve di danê nîvro de bi dema herêmî temam kir, û dema 72 demjimêran ji bo serbestberdana rehîneyan dest pê kiriye."

(fr)