Rêveberiya Xweser: Dem hatiye QSDˊê cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi daxuyaniyekê salvegera 10ˊemîn a damezrandina QSDˊê pîroz kir û diyar kir ku "Dema hatiye QSDˊê cihê xwe yê mafdar û layiq di artêşa nû ya Sûriyeyê de, weke hêzek neteweyî ku parastina yekitiya wê dike, hêviyên demokrasî û edaletê îfade dike, bigire."

Rêveberiya Xweser: Dem hatiye QSDˊê cihê xwe di artêşa nû ya Sûriyeyê de bigire
10 cotmeh, 2025   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, 11ˊê Cotmeha 2025ˊan, salvegera 10ˊemîn a damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye, bi vê boneyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuiyaniyek da. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev bone li malbatên şehîdan, şervan û fermandarên QSDˊê û li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya salvegera dehemîn a damezrandina QSDˊê, vê boneya mezin a neteweyî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêz û hurmeteke mezin şehîdên di oxira axa welat de canê xwe daye bi bîr tîne. Bi fedakariya şehîdan herêm ji terorê hat rizgarkirin, ewlehî û aramî misoger bû. Em vê boneyê li malbatên şehîdan, şervan û fermandarên QSDˊê, li tevahî gelê xwe yê li Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin.

QSDˊê di demekê de êrişên terorîsta cîhanî ya bi nûnertiya rêxistin DAIŞˊê mezin dibûn û gef li tevahî mirovahiyê dixwarin, QSDˊê di qonaxeke zehemettir ku Sûriye û herêmê tê re derbas dibe de hat damezrandin. Ji nava wan şert û mercan, ev hêz ji keç û xortên herêmê bi hemû pêkhateyên wê hat avakirin, da ku bibibe modela yekitiya gelan û hevgirtina li hember tundrawî û terorê.

Di demekê de gelek dewlet û hêzan nikarî rêxistina DAIŞˊê têk bibira, QSDˊê roleke stratejîk di têkbirina wê ya erdnîgarî de lîst. Van hêzan, ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo tevahî mirovahiyê, fedakariyên mezin di parastina nirxên mirovahî, azadî û rûmetê de dan.

Îro, bi derbasbûna 10 salan di ser damezrandinê re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar dike ku dem hatiye ku QSDˊê cihê xwe yê layiq mafdar di artêşa nû ya Sûriyeyê de, weke hêzeke neteweyî ku welat û yekitiya wê diparêze û xwestekên gelên wê yên demokrasî, edalet û wekheviyê îfade dike, bigire.

Di dawiyê de em careke din vê munasebeta dîrokî li QSDˊê, şervan û fermandarên wê, li tevahî gelê xwe pîroz dikin û diyar dikin ku em piştgiriya xwe ji bo van hêzên ku valvaya herêmê ne, sembola fedakarî û dilsoziyê ne, didomînin."

(fr)