Şîrovekar Ehmed El Meyahî: Pêdiviya kontrola çekan li Iraqê bi çareseriyên giştî heye

Şîrovekarê siyasî yê ji Iraqê Ehmed El Meyahî diyar kir ku li gorî dewletên herêmê Iraq di rewşeke aramiya siyasî û aborî de ye û got dosyaya kontrolkirina çekan di destê dewletê de “girêk û mezin” e.

Şîrovekar Ehmed El Meyahî: Pêdiviya kontrola çekan li Iraqê bi çareseriyên giştî heye
11 îlon, 2026   03:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrovekarê siyasî yê ji Iraqê Ehmed El Meyahî ji ajansa me re got li gel hebûna pirsgirêkên aborî ku bandor li civakê kiriye, Iraq di rewşeke aramiya siyasî û ewlehî de ye. Ji ber tevliheviya trafîka deryavaniyê ya li Tengava Hurmuzê û bêaramiya hinardeyên petrola Iraqê zehmetiyên aborî hene.

Têkildarî rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê El Meyahî diyar kir ku rewşa li welat ji piranî dewletên derdora Iraqê baştir e û got aramiya ewlehî û siyasî ruxmî astengiyên welat pê re rû bi rû, hîn hene.

Têkildarî dosyaya çek di destê dewletê de bin El Meyahî pirsgirêk bi girêk û mezin bi nav kir û pirsî ka ger tenê behsa çekên hêz û komên çekdar tê kirin, lê mijar hêzên Pêşmerge, çekên eşîran, parêzvanên berpirsyar û hin avaniyên din ên çekdar jî digire nava xwe.

El Meyahî amaje bi hebûna hejmareke mezin a çekdaran di nava parêzvanên berpirsyar de kir û da zanîn ku ew jî dikeve nava çekên derveyî çarçoveya derveyî saziyên dewletê, her wiha hin çekdar di bin çavdêriya hêzên Tirkiyeyê de jî perwerde dibin û çekên eşîran jî hene.

Di dewama axaftina xwe de El Meyahî her projeyeke ji bo yekkirina çekan di bin kontrola dewletê de, divê her kesî bigire nava xwe û destnîşan kir ku bi vî rengî kirina aliyekî di heman demê de muafkirina aliyekî din, dê bibe sedema hedefgirtina pêkhateyeke taybet û paşguhkirina aliyên din.

KOM Û ENTEGRASYONA DI NAVA SAZIYÊN DEWLETÊ DE

Têkildarî siberoja komên çekdar û derkeftina entegrekirina wan di nava saziyên dewletê de El Meyahî got proseya entegrasyonê heye û destnîşan kir ku hejmarek kom entegreyî Heşd Şebî yan jî hêzên ewlekariyê bûne, lê prose bi awayekî ne li gorî pêwîstiya daxwaza berpirsên dosyaya ewlehiyê ye.

El Meyahî diyar kir ku astengiyên girîng ên li pêşberî avakirina saziya leşkerî û ewlehî ya yekgirtî di cudahiya siyasî de, ne taîfî ya girêdayî pêkhateyan e, lê kêleka wê jî qeydên ku Amerîkayê li ser pêşketina şiyana leşkerî ya Iraqê di warê çekkirina hêzan de ferz kirine.

Şîrovekar diyar kir ku Iraq di wergirtina hin alav û teknîkên leşkerî yên pêşketî de rûbirûyî qeydan e, lê warên hewayî, çavdêrî, keşifkirina radarê girêdayî hêzên Amerîkayê û hêzên koalîsyonê ne, ev jî sedemên ku pêşketina hêzên leşkerî yên Iraqê ne.

El Meyahî destnîşan kir ku gendeliya di nava dewletê de jî hêmaneke din a astengiya li pêşiya avakirina saiya leşkerî û ewlehî ya yekgirtî û bihêz e.

ŞERÊ AMERÎKA-ÎRANÊ Û BANDORA LI SER IRAQÊ

Têkildarî bandora şerê Amerîka-Îranê yê li ser biryara Iraqê El Meyahî got Iraq dewleteke serbixwe ye, lê cihê wê yê erdnîgarî û siyasî dihêle ku şerê di nava Amerîka û Îranê de bandorê lê bike.

El Meyahî destnîşan kir ku Iraq ji dewletên herî zêde ji vê aloziyê di aliyên aborî û ewlehî de bandor bûye û got Bexda hewl dide bi awayekî berdewam xaka xwe ji şerê herêmê bi dûr bikeve.

BEXDA Û HEWLÊR

Der barê siberoja têkiliya Bexda û Hewlêrê de El Meyahî nebersivdayîna Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê ji hin biryarên navendî û madeyên destûrî re, rexne kir û diyar kir ku pêşketina têkiliya di navbera her du aliyan de pêdiviya xwe bi rêzgirtina pabendî, sozdayîn û madeyên destûrî heye.

ARAMÎ YAN ALOZÎ?

El Meyahî destnîşan kir ku hin nîşaneyên têkildarî rewşa aborî nexasim li gel hebûna berdana petrola Iraqê, hene.

El Meyahî texmîn kir ku hikumeta heyî di qonaxa bê de li gel derfeta çareserkirina hejmareke dosyayên hikumetê û wezaretê dewam bike û welat gavên baş di warên avakirin, siyasî û aborî de biavêje.

Şîrovekarê siyasî Ehmed El Meyahî da zanîn ku vîzyoneke aborî ya zelal û xebatê ji bo başkirin û pêşxistina beşên dewletê ji pêdiviyên herî girîng ên qonaxa bê ne ku aramî xurt bibe û rewşa giştî li welat baş bibe.

(f)

ANHA