Siûdî: Ji hundirê Iraqê êrişî me kirin

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku bi tundtirîn şêwaz êrişên ku ji Iraqê ve ser xeta sereke ya boriya petrolê ya bi navê ‘Rojhilat – Rojava’ ya li her du herêmên Riyad û Medîneyê hatine kirin.

Siûdî: Ji hundirê Iraqê êrişî me kirin
12 îlon, 2026   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, derbarê êrişkirina ser welatê wan ji aliyê komên çekdar ên Iraqî ve û rawestandina bersivdayîna wan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi rêya çend balafirên bê mirov (drone) ji nav axa Iraqê ve êrişî ser xeta sereke ya boriya petrolê ya bi navê ‘Rojhilat – Rojava’ ya li her du herêmên Riyad û Medîneyê hatiye kirin.

Hate destnîşankirin ku di encama êrişê de hejmarek welatî birîndar bûne û hinek zirarên madî jî gihîştine xetê ku niha karên çareserkirin û nûjenkirinê ji bo wan tên kirin.

Wezaretê ragihand ku li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê wan bersiva êrişan nedaye, bi mebesta afirandina derfetekê ji bo hikûmeta Bexdayê da ku rênmayiyên pêwîst ji bo rêgirtin li wan êriş û destdirêjiyên ku ji axa Iraqê ve ser Erebistana Siûdî û welatên cîran tê kirin, bigire. Ji ber vê yekê Riyadê biryar daye ku di vê qonaxê de bersivê nede û piştgiriya hewldanên hikûmeta Iraqê bike.

Di heman daxuyaniyê de Erebistana Siûdî tekezî kir ku welatê Siûdî hemû mafên xwe yên ji bo girtina hemû rênmayiyên ku ji bo parastina serwerî, ewlehî, sazî, welatî û hemû wan kesên ku li ser axa welatê wê niştecihin pêwîstin, diparêze.

Hikûmeta Iraqê jî soz daye ku lêkolînê li ser êrişê bike û hêzên xwe yên ewlehiyê ji bo lêkolînkirina encamderên êrişa ser Erebistana Siûdî şandine.

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekê ye ku ji aliyê komên çekdar ên li Iraqê ve êriş li ser Siûdiyê tê kirin, lê belê carên berê Siûdiyê bi tundî bersiva êrişan dabû.