Koreya Başûr: Me tu danûstandin bi Amerîkayê re nekirine

Koreya Başûr got ku wê der barê vekişîna beşek ji hêzên Amerîkayê de tu danûstandin bi Amerîkayê re nekirine û diyar kir ku hevkariya wan a parastinê ya hevbeş didome.

Koreya Başûr: Me tu danûstandin bi Amerîkayê re nekirine
23 gulan, 2025   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Raporeke rojnameya The Wall Street da zanîn ku Washington plan dike beşeke hêzên xwe ji Koreya Başûr vekişîne.

Lê wekî bersiva vê raporê, Wezareta Berevaniyê ya Koreya Başûr ragihand ku wan der barê vekişîna beşek ji hêzên Amerîkayê yên li Koreya Başûr, tu danûstandin bi Amerîkayê re nekiriye.

Ji demeke dirêj ve nêzî 28 hezar û 500 leşkerên artêşa Amerîkayê li Koreya Başûr hene da ku di parastina ji Koreya Bakur a xwedî çekên atomî de, hevkariya Koreya Başûr bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump sala borî di propagandaya hilbijartinan de got ku eger ew vegere Koşka Spî ew ê ji Seoulê bixwaze ku ji ber bicihkirina hêzên Amerîkayê salane mîlyaran dolar bide.

Sala borî jî herdu aliyan peymaneke nû ya 5 salan îmze kir. Li gorî wê peymanê Seoul dê di destpêka 2026'an de nêzî 1.1 mîlyar dolar ji lêçûna bicihbûna hêzên Amerîkayê bigire ser xwe.

Seoulê diyar kir ku hêzên Amerîkayê di parastina Koreya Başûr de pabend in û ew hewl didin vê hevkariyê xurt bikin.

(mh)