Gera pêncem a danûstandinên  nuklear yên Îranê û Amarîka bi dawî bû

Gera pêncem a danûstandinên nerasterast di navbera Waşînton û Têhranê de li Romayê bêyî biryarekê bi dawî bû. Aliyên peywendîdar gotin ku pêwîstiya gotûbêjên zêdetir bo çareserkirina kêşeyan heye.

Gera pêncem a danûstandinên  nuklear yên Îranê û Amarîka bi dawî bû
23 gulan, 2025   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Umanê Bedir El Busaidî ragihand ku gera pêncem a danûstandinên Îranî-Amerîkî li Romayê bi "hinek pêşketin, lê ne diyarker" bi dawî hat.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî ji televîzyoneke Îranî re ragihand, ku bi pêşniyarên ku ji aliyê Omanê ve hatine pêşkêşkirin, îhtîmala pêşketinê di danûstandinên nuklearî de heye.

Her wiha got: "Aliyê Amerîkî niha ji berê zelaltir û kûrtir daxwazên me fam dike" û bal kişand ser wê yekê ku danûstandinên nukleerî yên bi Waşîntonê re aloz in û pêwîstiya hevdîtinên zêdetir heye.

Li gorî berpirsekî Amerîkî, gera pêncem a danûstandinên Îranî-Amerîkî li Romayê sê demjimêran dirêj kir.

Wezareta Derve ya Îranê piştrast kir ku danûstandin di atmosfereke profesyonel de pêk hatine.

(k)