Artêşa Tirk Amêdiyê bombebaran kir

Endamê CPT-Emerîka Kameran Osman ragihand artêşa Tirkiye bi dijwarî çiyayê Heft Tebeq û Nizarkê ya ser bi bajarokê Amêdiyê bombebaran kirin.

Artêşa Tirk Amêdiyê bombebaran kir
23 gulan, 2025   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkayê Kameran Osman ragihand ku ev 5 rojin artêşa Tirkiye bê navber Çiyayê Heft  Tebeq û Nizarkê ya nêzî gundê Bersîkê ya girêdayî Şêladizê ya ser bi Amêdiyê ya Parêzgeha Dihokê bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di nava 5 rojan de 26 caran ev herêm hatine bombekirin.

Kameran Osman destnîşan kir ku tevî biryara Kongreya 12’an a PKK’ê jî operasyon û êrişên artêşa Tirk ya li ser herêma Kurdistanê zêdetir bûye.