Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû

Şaredariya Gel a bajarokê Abrê yê Çilaxayê, projeya baxçeyê parastî li bajaroê Abrê careke din da destpêkirin.

Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû
Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû
Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû
Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû
Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû
Baxçeyê li bajarokê Abrê dîsa bi daran hêşîn bû
10 nîsan, 2025   07:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li herêma Aliyan a li başûrê bajarê Çilaxa gelek beyarên bikevir hene ku bi kêrî çandiniyên nayên, ev beyar li derdora bajarokê Abrê û gundên Xirbê Cihûyan û Nebî Sadî ne ku wek çêregeh dihatin bikaranîn. Lê Şarederiya Abrê di sala 2018`an de dest bi çandina daran li wan beyaran kir û dever kir baxçeyekî parastî.

Rêvebira Beşa Jîngehê ya Şaredariya Abrê Rojîn Hesen ragihand ku rûbera baxçe 30 donim e û 500 darên fêkî û daristanan lê çandine.

Baxçe li bajarokê Abrê di Nîsana 2018’an de bi hevkariya şêniyên bajarok û bi piştgiriya Şaredariya Gel hat avakirin. Hezar û 400 darên fêkî lê hatin çandin. Lê ji ber sedemên wekî şewata zeviyên çandiniyê ya sala 2019’an û ji ber bombebarana dewleta Tirk a li ser binesaziyê ya di sala 2023`yan de nêzî hezar û 100 dar hişk bûn.

Ji ber qutbûna elektrîkê piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker ku santralên elektrîkê rûxandin, pirsgirêka avdana daran rû da, lewma şaredarî neçar ma ku bi rêya tankerên avê darên li baxçeyî av bide. Ji bo çareserkirina pirsgirêka elektrîkê, Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê pergaleke enerjiya rojê saz kir da ku trumpên li ser bîra avê bixebitîne. Bax ji aliyê endezyarên çandiniyê ve bi berdewamî tê şopandin.

Rojîn Hesen diyar kir ku plansaziyeke wan a berfireh heye ku rûbera baxçe fireh bikin û bigihînin beyarên Eleqosê û Çalika. Her wiha got: "Li herêma me beyarên wiha pir in, em ê ji bo ji xizmeta gelê herêmê bi kar bînin.”

(k)

ANHA