Konseya Ewlekariyê rewşa Sûriyeyê, lihevkirina QSDˊê û hikumetê nîqaş kir

Konseya Ewlekariyê ya NYˊyê civînek ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Sûriyeyê, balkişandina ser lihevkirina QSDˊê û hikumeta demkî, rêveçûna entegrasyonê û girîngiya temsîlkirina tevahî gelê Sûriyeyê, organîze kir.

Konseya Ewlekariyê rewşa Sûriyeyê, lihevkirina QSDˊê û hikumetê nîqaş kir
13 sibat, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyê Yekbûyî ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Sûriyeyê civînek li dar xist, bal kişand ser lihevkirina di navbera hikumeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), rêveçûna entegrasyonê, dozên ewlehî û herêmî.

Girêdayî mijarê, Cîgirê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyeyê Claudio Cordone diyar kir ku xebat ji bo pêkanîna lihevkirinê bi awayekî erênî didomin, daxwaza rêkeftinên ewlehiyê yên qebûlkirî di navbera Sûriye û Îsraîlê de kir û amaje bi pêwîstiya temsîlkirina tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di Meclisa Nûneran de kir.

Li aliyekî din jî, nûnera Rûsyayê li Konseya Ewlekariyê destnîşan kir ku rewşa li Sûriyeyê guherîneke bingehîn û erênî derbas kiriye û Serok Vladîmîr Pûtîn ji nû ve entegrekirina bakurê rojhilatê Sûriyeyê wekî gaveke girîng ber bi yekitiya Sûriyeyê ve dibîne, di heman demê de li dijî têkbirina berdewam a hewldanên Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hişyarî da.

Nûnerê Danîmarkayê jî lihevkirina di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û QSDˊê de pêşwazî kir û daxwaza pêşîniyê da pêvajoya entegrasyona aştiyane û got ku pêdivî ye pêvajoya siyasî bi awayekî zelal berdewam bike.

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgirî da yekitî û serweriya Sûriyeyê, lihevkirin wekî gaveke dîrokî ber bi lihevhatinê ve bi nav kir. Nûner pabendbûna Washingtonê ji bo piştgiriya pêvajoyê û rêveçûna entegrakirina bakurê rojhilatê Sûriyeyê ragihand û biryarnameya Serokatiyê ya hejmar 13ˊan, ku Kurdan wekî beşek yekgirtî ya Sûriyeyê nas dike, pêşwazî kir, pensa rola QSDˊê ya têkoşîna li dijî DAIŞˊê da.

Nûnerê hikumeta demkî ya Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Ulebî destnîşan kir ku bakurê rojhilatê Sûriyeyê bûye destkeftiyek neteweyî, û tiştê ku li bakurê rojhilatê welet hatiye pêk hatiye yekîtiya welêt pêk tîne û îsbat dike ku ne serketî ne jî têkçûyî hene.

Cîgira Nûnerê Fransayê piştgiriya welatê xwe ji bo Sûriyeyê di pêkanîna yekitî û aramiyê de dubare kir û bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriya hewldanên ji bo şerê li dijî DAIŞˊê, zêdekirina ewlehî û aramiya welêt bidomînin.

(fr)