Konseya Ewlehiyê banga rawestandina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê û nûnertiya DYA’yê ya li NY’ê bang li dewleta Tirk û çeteyên wê kir ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin.

Konseya Ewlehiyê banga rawestandina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
14 sibat, 2025   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Rojhilata Navîn û Sûriyeyê de, rewşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate gotubêjkirin. Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê Geir Pedersen û nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku pevçûnên li herêmê dibin sedema mirina sivîlan û astengkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Geir Pedersen got şer û pevçûnên di navbera çeteyên Artêşa Nîştimanî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de berdewam dikin û ev şer û pevçûn dibin sedema mirina sivîlan.

Nûnera DYA’yê Dorothy Shea jî diyar kir ku ev pevçûn bala QSD’ê ya li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê têk dide û got: “Pevçûnên çekdarî yên li bakurê Sûriyeyê dewam dikin, em xistine nava fikaran. DYA ji bo hevkarên me yên herêmî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û dabînkirina ewlehiya girtîgeh û kampên di bin kontrola wan de, dê agirbestê berdewam bike.”

Cîgirê sekreterê giştî yê NY’yê yê kar û barên mirovî Joyce Msuya jî ragihand ku ji ber êrişên çeteyan ên li ser Minbicê zêdetirî 25 hezar kes koçber bûne û bi dehan sivîl jî hatine kuştin. Msuya diyar kir şer û pevçûn xelkê li herêmê ji av û elektrîkê bê par dihêlin.

Nûnerê Rûsyayê yê NY’yê Vasily Nebenzya jî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê hê jî nehatiye çareserkirin. Her wiha nûnerên welatên Ewropayê diyar kir ku divê mafên Kurdan li Sûriyeyê bên parastin.