Kongreya Yekitiya Mamosteyan bi hilbijartina hevserokatiyeke nû bi dawî bû

Kongreya 2`yemîn a Yekitiya Mamsoteyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilbijartina hevserokatiyeke nû û gelek pêşniyaran bi dawî bû.

28 cotmeh, 2023   20:22
HESEKÊ

Vê sibê Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya duyemîn bi dirûşma "Bi hewldanên mamosteyan em ê mirovek û civakeke azad ava bikin" dest pê kir. 150 mamoste ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de peyamên pîrozkirinê yên serokê Yekitiya Perwerdeyê ya Almanya, endamê Meclisa Rêveberiya Saziya Perwerdeyê ya NY`yê Mike Vänern, sekreterê giştî yê perwerdeyê ya NY`yê (UTNES) David Edwards, Yekitiya Mamosteyan a Başûrê Kurdistanê û Yekitiya Mamosteyan a Kurdistanê-Iraq hatin xwendin.

Dûre endamê rêveberiya Yekitiya Mamosteyan a Şedadê El Cirad rapora salê ya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend. Mamosteyên beşdar jî, rapor, rêbazên xurtkirina têkiliyan di navbera komîn û dibistanan de, astengiyên aborî yên li pêşiya mamosteyan derdikevin, çawa mamoste mamostetî pîşeyeke exlaqî bibîne, gotubêj kirin.

Piştî wê der barê kar û xebatên Yekitiya Mamosteyan de sînevizyonek hate pêşandan.

Her wiha rêziknameya yekitiyê ji aliyê mamoste Civîn Ehmed ve hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.

Di encamê de gihaştin vê encamnameyê:

Divê endamên rêveberiya yekitiyê, sardana mamosteyan bikin ji bo ku rewşên wan ên malbatî û civakî nas bikin. Dûre têkildarî wan sardana raporan amade bikin û ji yekitiya giştî re rêkin. Bi rêya komînên li her taxekê têkiliyan di navbera mamosteyan de xurt bikin.

Rêziknameya yekitiyê bê şîrovekirin. Serdana malên xwendekaran bê kirin. Têkiliyên bi malbatan re xurttir bikin da ku perwerdehî pêş bixin. Komîteyeke qanûnî ya taybet a mamosteyan bê avakirin, da ku mafên wan biparêzin. Di vê çarçoveyê de bi aliyên têkildar re koordîne bê kirin ji bo ku bi awayekî resmî bikeve meriyetê.

Pêşxistina asta mamosteyan, lidarxistina konferansekê beriya kongreya giştî ji bo gotubêjkirina pirsgirêkên mamosteyan ên di sala perwerdeyê de. Vekirina akademiyên îdeolojî û ji bo pêşxistina rewşa aborî ya mamosteyan lidarxistina koperatîfan.

Dawiya kongreyê, Casim El Ebdullah û Norşîn Sîno ji bo hevserokatiya yekitiyê hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA