Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû

Roja yekemîn a Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol a Pirtûkan bi îmzekirina pirtûka ku nivîskarê Kurd Dilawer Zengî wergerandiye bi dawî bû.

Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
Roja yekemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol bi dawî bû
28 cotmeh, 2023   20:45
QAMIŞLO

Vê sibehê Pêşangeha 7′an a Şehîd Herekol a Pirtûkan bi beşdariya 60 weşanxane û saziyên çandê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê, welatên Afrîka, Ewropa û Asyayê dest pê kiribû.

Şênî, hezkiriyên wêjeyê, beşên civakê tevda serdana pêşangehê kir. Bi êvarê re hejmara serdanvanan zêde bû.

Îro li beşa weşanxaneya Şilêr, pirtûka Tabloyên Pirtûka Şerefname ku nivîskarê kurd Dilawer Zengî wergerandibû hate îmzekirin û li beşdaran hate belavkirin.

Di pêşangehê de 140 hezar pirtûk bi 14 hezar serenavan hatine pêşandan. Wê 4 rojan berdewam bike ji saet 10:00`ê sibehê heta 8:00`ê êvarê vekirî ye. Li gor bernameya pêşangehê, pêşbirgên çandî û îmzekirina pirûtkan hene.

(şx)

ANHA