4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî dest pê kir

4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dirûşma "Vejandina kulturê girêdana bi welat re diyar dike" li Eyn Îsayê dest pê kir.

28 cotmeh, 2023   20:01
EYN ÎSA

4`emîn Festîvala Çandê ya Girê Spî bi dirûşma "Vejandina kulturê girêdana bi welat re diyar dike" li navçeya Eyn Îsayê li dar ket. Berpirsên festîvalê armanc dikin ku bi rêya festîvalê vê peyamê bidin ku girêdana bi çand û kulturê beşeke berxwedan û têkoşînê ye.

Di mîhrîcanê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Fedîla Mihemed axivî û got: "Gelek girîng e pêkhateyên herêmê dev ji çand û mîrasa xwe ya şaristanî ya resen bernedin. Îsrara li ser vejandina mîrasa resen û pêşxistina nasnameya çandî ya herêmê bi rêya lidarxistina mîna van festîvalan, ruxmî êrişan gaveke pîroz e."

Fedîla bakişand ser girîngiya nasandina nifşê nû bi mîrasa pêşiyan bi rêya lidarxistina mîna van çalakiyan nemaze li gel şerê taybet ê li dijî herêmê tê meşandin û belavkirina çandên din ên berovajî çandên herêmê û narkotîkê.

Fedîla bang li beşên civakê kir ku li pêşiya vî şerî derkevin û bi zanîn û zanistê bandorên wê tune bikin.

Dûre berdevka Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rûdîn Yusif axivî û destpêkirina festîvalê pîroz kir. Her wiha bang li tevahî gelên Sûriyeyê kir ku li gel hewldanên tunekirina nasnameya gelan, çand û mîrasa xwe biparêzin.

Di festîvalê de, çalakiyên çandî û yên kultura herêmê weka pêşbaziya hespan hatin pêşandan. Koma Hunera Gel a Reqayê, Koma Kobanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Deha Koçeriyê bi berhemên xwe beşdaran çoş kirin.

Her wiha jinan jî cihek xwe di festîvalê de girt, destar, nanê tenîkî, wêneyên jiyana rojane yên pêşiyan, rêbazên berê yên peydakirina avê, çêkirina tevnê û gelek berhemên din jî pêşandan.

Festîval dê 2 rojan berdewam bike.  Sibe wê gelek çalakî têkildarî çand û mîrasa gelên herêmê bên pêşandan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku festîvala yekemîn Tîrmeha 2018`an li Girê Spî, ya duyemîn sala 2019`an beriya dagirkirinê bi çend mehan bûn. Piştî dagirkirinê festîvala sêyemîn sala 2022`yan li dar ket.

(şx)

ANHA