Kongreya PKK’ê û serdana Trump a Rojhilata Navîn di rojnameyan de ye

Piştî lidarxistina Kongreya 12`emîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) berê çavdêran li geşedanên herêmî ye.  Çavdêr li benda bersiva Enqereyê ne.

Kongreya PKK’ê û serdana Trump a Rojhilata Navîn di rojnameyan de ye
13 gulan, 2025   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Encamnameya kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û serdana serokê Dewltên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bo Rojhilata Navîn, bûn manşetên rojnameyên îro.

Rojnameya El Quds El Erebî bal kişande ser girîngiya daxuyaniya PKK’ê û ev biryara partiyê wek "gaveke hêjayî silavkirinê" nirxand ku dikare bibe destpêkek ji bo lihevhatineke nîştimanî ya berfireh ku Kurdan bi gelên din ên Tirkiyeyê re bike yek. Rojnameyê ev pêngav wek pêşketineke ku dikare dan û standinên bi rayedarên navendî yên Tirk re ber bi qonaxên pêşdetir ve, bi taybetî di warê mafên çandî û siyasî yên Kurdan de, bi pêş bixe.

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, ev mijar bi nêrîneke din şîrove kir û diyar ku ev daxuyanî gaveke destpêkê ye lê bi şert e. Çavdêrên ku ji rojnameyê re axivîn, di wê baweriyê de ne ku serkeftina biryarê bi bersiva Tirkiyeyê ve girêdayî ye.

‘SERDANA TRUMP... HEVBENDIYÊN STRATEJÎK DI "DEMEKE ZEHMET" DE’

Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser serdana serokê DYA’yê Donald Trump bo Rojhilata Navîn û ew serdan “girîng” da nasîn, ji bo diyarkirina siyaseta nû ya Washingtonê li herêmê. Li gorî rojnameyê, ev siyaset li ser bingeha mantiqekî aborî û sermayeguzariyê hatiye avakirin lê di heman demê de girîngiya aliyên siyasî û ewlekarî nayê paşguhkirin.

Rojnameyê diyar kir ku têkiliya rêveberiya Trump ya bi Rojhilata Navîn re ne tenê hejmar e, lê belê ew tevliheviyên herêmê nas dike. Her wiha du kêşeyên mezin ên li pêşiya vê erkê jî aşkera kirin: ya yekem; nebûna stratejiyeke berfireh a DYA’yê ji bo herêmê di van salên dawîn de û ya duyem jî; siyaseta "Destpêkê Amerîka" ye ku ev siyaset di nava dost û dijberan de bûye cihê metirsiyê.

(k)