Di 24 saetan de 11 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin.

Di 24 saetan de 11 kes hatin kuştin
13 gulan, 2025   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de ji ber êriş, tevlihevî û teqîna mayînan, 2 zarok û jinek di nav de 11 kes hatin kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li taxa Mişleb a gundewarê Reqayê ciwanek ji ber nakokiyên kevin ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin.

Li gorî SOHR "li nêzî gundê Ehris ê gundewarê bakurê Helebê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Maret El Numan ê gundewarê Idlibê kesek dema çeka xwe paqij dikir çek pê de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê Şamê jî çekdarên nenas ciwanek li ser rêya mezreya Beyt Cin qetil kirin."

SOHR’ê destnîşan kir ku endamekî berê yê Firqeya 25’an ku berî 10 rojan hatibû girtin, hat kuştin. Li nêzî keleha Selahedîn jî cenazeyê mêrekî serjêkirî hat dîtin. Hate diyarkirin ku li taxa Ebû El Fîda ya Hemayê jî ciwanek ji aliyê çekdarên nenas ve hat qetilkirin.

Li gorî SOHR’ê,  li gundewarê Siwêdayê ji ber teqîna bombeyekê ya li mala wî de kesekî jiyana xwe ji dest da. Li gundewarê rojhilatê Idlibê jî çeteyekî dewleta Tirk a dagirker di encama teqîna mayînekê de hat kuştin. Hate diyarkirin ku li gundê Dêr Şerqî yê başûrê Idlibê  zarokek di encama teqîna mayînekê de hat kuştin. Li gundê Şemsanî yê gundewarê Hesekê jî jinek ji ber teqandina guleyek bi xeletî dema ku zarokek bi çek dilîst, jiyana xwe ji dest da.

(bb)