Kongreya Parîsê: Divê şer li Sûriyeyê were rawestandin

Di encamnameya Kongreya Parîsê de banga rawestandina şer li Sûriyeyê hatiye kirin. Her wiha banga piştevaniya yekitiya xaka Sûriyeyê û pêvajoya siyasî ya derbasbûnê ya bi rêya çareseriya siyasî û diyalogan hate kirin.

Kongreya Parîsê: Divê şer li Sûriyeyê were rawestandin
14 sibat, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê li paytexa Fransayê Parîsê kongreyeke navneteweyî der barê Sûriyeyê de hat lidarxistin. Kongre bi beşdariya serokkomarê Fransayê Emmanul Macron, nûnerên 20 welatan, Yekitiya Ewropayê, Komkara Erebî û Meclisa Tevkariyê ya Dewletên Kendava Erebî hat lidarxistin.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot kongre bi rê ve bir. Barrot got: "Piştî çend salan ji tecrîda navneteweyî, em kêfxweş in ku pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re bidomînin."

Dewletên beşdarî kongreyê bûbûn "li dijî hemû cureyên teror û tundrawiyê" piştgiriya xwe bi hikumeta pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê nîşan da.

Barrot got nêzîkî 20 welatên ku roja pêncşemê li Parîsê civiyan, dixwazin "Sûriyeyeke azad, serwer, yekgirtî û biîstiqrar" ava bikin. Her wiha anî ziman ku Yekitiya Ewropayê ji bo rakirina bilez a cezayên aborî yên li ser rejîma Esed kar dike û got: "Ne mimkun e ku ev ceza li pêşiya jinûveavakirina Sûriyeyê bibin kelem."

Barrot xwest bilez alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re bêne şandin, agirbest li gelemperiya Sûriyeyê pêk were û destwerdanên derve werin rawestandin.

Barrot got divê li tevahiya Sûriyeyê, bi taybetî li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyeyê şer were sekinandin.

Wezîrê karên derve yê desthilata Şamê Esed El Şeybanî di kongreyê de neaxivî.

Di dawiya kongreyê de encamname hat aşkerakirin.

Sûriye, dewletên sereke yên Ereban, Tirkiye û dewletên Ewropayê wekî Fransa, Almanya, Brîtanya, her wiha dewletên G7’an wekî Kanada û Japonya encamname îmze kir. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku beşdarên kongreyê "Bi israr in ku bi hev re kar bikin da ku serketina pêvajoya derbasbûnê di çarçoveya mekanîzemayeke bi pêşengiya sûriyeyiyan were mîsogerkirin."

Di encamnameyê de teqezî li ser girîngiya piştgiriya gelê Sûriyeyê, berdewama têkoşîna li dijî terorê û avêtina gavan ber bi pêvajoya siyasî ve hatine kirin. Her wiha kiryarên terorî yên li Sûriyeyê têne kirin hatin şermezarkirin, banga rawestandina şer, piştgiriya yekitiya tevahî xaka Sûriyeyê bi rêya diyalog û çareseriyên siyasî hate kirin. Dîsa bang li tevahî aliyên çalak ên li Sûriyeyê hate kirin ku pabendî bernameyeke kar a nîştimanî ya sûriyeyî bin.

Li gorî encamnameyê; "Divê serdestiya Sûriyeyê, silametiya axa wê û yekitiya wê li gorî rêgezên peymanên Neteweyên Yekbûyî, qanûn û biryarên navneteweyî yên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê werin mîsogerkirin, bi taybetî biryara 350’an (1974) ya têkildarî rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Komara Erebî ya Sûriyeyê de, avakirina hêzeke NY’yê ji bo şopandina rawestina şer."

Her wiha di encamnameyê de hate gotin: "Pêvajoya bê ya derbasbûnê ji bo parastina prensîbên ku li jêr hatine diyarkirin, girîng e. Beşdaran ji bo mîsogerkirina pêvajoyeke derbasbûnê ya aştiyane, durist, pêbawer, bilez, birêxistinkirî û giştî li hev kir. Ji bo îmhakirina çekên kîmyewî, ji bo dabînkirina mercên girîng ên bi armanca vegera dilxwazî û domdar, li hev kirin."

(bb)